Aqûbeta endamên RJAK’ê 26 roj in nayê zanîn

  • 15:34 31 Tebax 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Aqûbeta endam û rêveberên jin ên RJAK’ê ku aliyê PDK’ê ve hatine binçavkirin, 26 roj in nayê zanîn.
 
Bi boneya salvegera 7'emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, şandeyek Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK), serdana Şengalê kiribû. Endamên şandeyê ku ji meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk tê, dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de ji aliyê asayîşa Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) a Kelekê ve hatin binçavkirin.
 
Endam û rêveberên RJAK’ê 5’ê tebaxê li seytereya Kelek ya Hewlêrê ji aliyê PDK’ê ve tên binçavkirin. Ji dema ku hatine binçavkirin heya niha agahî ji endama meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Ebdulbaqî, Seyran Ehmed Hesen ne dihate girtin. Li gorî agahiyên ji Rêveberiya RJAK’ê, tendûristiya endameke wan di girtîgehê de têkçûye, rewşa wê ya tendûristiyê nebaşe û timî vedireşe.
 
Rêveberiya RJAK’ê bang li rêxistinên jin ên Herêma Federal a Kurdistanê û navnetewî, rêxistinên mafê mirovan ên navnetewî û saziyên eleqeder kir ku ji bo serbest berdana endamên wan bikevin nava tevgerê.