Dayika Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan jiyana xwe ji dest da

  • 14:53 31 Tebax 2021
  • Rojane
 
RIHA - Dayika Berdevka Demê  Ayşe Gokkan, Lutfiye Gokkan jiyana xwe ji dest da. 
 
Dayika Berdevka Demê  ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a ji sembola têkoşîna jinê, Lutfiye Gokkan jiyana xwe ji dest da. Lutfiyeya li Kuçeya Kulunçeyê ya Pirsûsa Rihayê dijiya hefteya borî ne rehet ket û ew rakiribûn Nexweşxaneya Sepan û Lêkolînê ya Zanîngeha Harranê.
 
Teşhîsa Virusa Koronayê (Covid-19) ji bo nexweşa pençeşêrê Lutfiyeyê hat danîn. Lutfiyeya ku hefteyekê wekî nexweşa entube hat tedawîkirin îro jiyana xwe ji dest da. 
 
Hat hînbûn dê Lutfiyeyê sibehê li Kuçeya Kuluçeyê ya Pirsûsê bê veşartin. 
 
'Ez parçeyekî ji vê têkoşînê me'
 
Lutfiye Gokkan di demeça di 9'ê Gulana 2021'ê de dabû Ajansa Mezopotamyayê  (MA) de wiha gotibû:"Ez parçeyekî ji vê têkoşînê me. Dema ez mirim bila li ser kevirê gora min 'Deyndarê partî û demokrasiyê ye' binivîsin. Ez wekî dayikeyê dixwazin Ayşe li gel min be lê ew li berxwe dide. Di vê têkoşînê de girtin jî heye. Bê girtin ez xemgîn nabim. Çimkî ew li dewsa min jî têdikoşe. Diyariya wê ya herî mezin a ji bo min têkoşîna wê ye."