Li Şirnexê mêrekî hewl da jinekê bikuje

  • 13:56 31 Tebax 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li Şirnexê Tamer Ceylan, tundî li jina pêre hatibû zewicdandin Besna Ceylan kir û ava kelandî bi bedena wê dakir.
 
Li taxa Gundogdû ya navenda Şirnexê Tamer Ceylan tundî li jina pê re hat zewicandin Besna Ceylan kir. Bûyer, duh di saetên nîvro de pêk hat. Li gorî agahiyên hatin wergirtin, di nav Tamer û Besna Ceylan de nîqaş derketiye û dema nîqaşê Tamer Ceylan ava kelandî bi ser Besna Ceylan dakiriye û wê şewitandiye. Rexmî vê tundiya lê hatiye kirin jî Besna heta 12 saetan nikaribûye biçe nexweşxaneyê û piştî ku xizmên wê hatine mala wê ew rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî tedawiya li vir Besna ji nexweşxaneyê tabûrcî kirine û giliyê Tamer Ceylan kiriye. 
 
Li ser gilîyê Besna Ceylan Tamer Ceylan hat binçavkirin û piştî ku îfadeya wî li Miduriyeta Polisan a Şirnexê hat girtin  hat berdan. 
 
Hat hînbûn ku beriya niha jî Besna Ceylan gelek caran giliya Tamer Ceylan kiriye lê tu encam negirtiye.  
 
Li aliyê din bi hinceta ku 2 birayên Besna Ceylan li Tamer Ceylan dane hatin binçavkirin.