Derbarê lêgerîna tazî ya li parêzer hat kirin de lêpirsîn

  • 11:58 31 Tebax 2021
  • Rojane
 
WAN - Li Parêzer Ekîn Yeter li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind lêgerîna tazî hatibû kirin. Derbarê vê lêgerînê de lêpirsîn hat destpêkirin. 
 
Parêzer Ekîn Yeter di 30’ê nîsanê de çûbû Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind ku bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bike û lêgerîna tazî lê hatibû kirin. Parêzer Yeter li ser vê yekê serî li Navenda Ragihandina Serokkomariyê (CÎMER) dabû. Di encama serlêdanê de dozgeriya girtîgehê lêpirsîn da destpêkirin. Yeter di çarçoveya lêpirsînê de îfade da û giliyê wan gardiyanên ku lêgerîna tazî li ser anîbûn kir. Yeter xwest ku demildest dawî li van sepanên kêfî, şikandina rûmetê muameleya xerab û îşkenceyê were anîn.