Ji Hêzên Demokrasî û Kedê yên Enqereyê banga 1'ê Îlonê

  • 10:14 31 Tebax 2021
  • Rojane
ENQERE - Hêzên Demokrasî û Kedê yên Enqereyê yên banga tevlîbûna ji bo mîtinga dê li Anitparkê di 1'ê îlonê de bê lidarxistin kirin wiha gotin:"Em wekî mirovên aştî, xwişk û biratiyê, wekheviyê, jiyana bi hev re ya gelan diparêzin em ê xwedî li daxwazên ji bo aştiyê derkevin."
 
Di pêvajoya polîtîkayên şer, nîjadperestî, tundiya li ser jinê zêde dibe de hêzên demokrasî û kedê ji bo daxwazên xwe ji nû ve bînin ziman dê di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de derkevin qadan. Hêzên Demokrasî û Kedê yên Enqereyê xwe amade dikin ku bi dirûşma "Li dijî şer aştî, li dijî nîjadperestiyê wekhevî" gotina "aştiyê" biqêrin. 
 
Banga xwedîderketina li daxwazan 
 
Hevseroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê  (KESK) Şukran Kablan Yeşil, diyar kir ku şer û dagirkeriyên bi salan rê û rêbazên  hiştina li ser piyan a îktidaran e û wiha got:"Mixabin li welatê me jî îktidareke ji polîtakên şer ên emperyalîstan, ji polîtîkayên şer ên çeteyên dagirker û cîhatkar li çepikan dixe. Polîtîkayên şer ên heyî di serî de li ser Rojhilata Navîn û li herêma me û li welatê me tundiyê, zextê, xespê diyarî kedkaran dike. Lê belê ji bo têkoşîna azadiyê em bi ser bixin em ê li dijî polîtîkayên şer, xespê û talanê li ber xwe bidin. Em wekî mirovên aştî, xwişk û biratiyê, wekheviyê, jiyana bi hev re ya gelan diparêzin em ê xwedî li daxwazên ji bo aştiyê derkevin."
 
'Ji her demê bêtir niha pêdiviya cîhanê ji aştiyê heye'
 
Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Sevil Turgut bal kişand ser şerê ku didome û wiha got:"Şer, şerê navxweyî, pevçûn, koçberî, lehî, nîjadperestî, êriş, şewitandina daristanan, erdhej mixabin li hemû cîhanê û bi taybet li ser erdnîgariya em lê dijîn dibe sedema zehmetiyeke gelekî mezin a jiyanê. Dewsa xweza bê talankirin û dewsa qetilkirinê ji her demê bêtir niha pêdiviya cîhanê ji aştiyê heye. Parastina aştiyê ya li ser erdnîgariya şer û pevçûn jê kêm nabin peywira parêzvanên mafên mirovan e. Bê şerd divê em ji bo aştiyê têbikoşin. Divê aştî bibe zimanê me yê hevpar. Bi dirûşma wekheviyê li dijî şer wekî her demê em ê di 1'ê Îlonê de li qadan bin."