Abdullah Ocalan: Astengiya herî mezin a li pêş aştiyê AKP ye

  • 09:43 31 Tebax 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hemû Rojhilata Navîn di pêvajoyeke şer de derbas dibe. Di peyamên ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi salan da de bangên ji bo aştiyê û girîngiya van bangan îro carek din dertê holê. Abdullah Ocalan di 2010’an de tespîta “AKP çareseriyê naxwaze, ji bo çareseriyê ne amade ye. Astengiya herî mezin a li pêş aştiyê AKP ye.’ dike û dibêje: “Malbata min 5 mîlyon, 10 mîlyon mirov e, me serî hilda. Em aştiyê dixwazin. Ji ber vê em li ser vê maseyê rûniştin. Min 40 salî têkoşîn da, hewce bike 40 salên din jî ez ê têbikoşim.”
 
Bi wesîleya 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamên aştiyê tên dayîn, şer jî didome. Welatên ku aştiyê ji ser zimanên xwe naxînin lê di şer de pêşengiyê dikin. Li dijî siyaseta şer gel, jin û hêzên muxalîf jî têkoşîna aştî û demokrasiyê didin. Yek ji van navendên têkoşînê jî ev herêm e. Li dijî pêvajoya şer û pevçûnê ya 40 sal in didome, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hewldanên aştî û çareseriyê pêk anîn û ev mînaka herî girîng  a têkoşînê ye. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi komployek navneteweyî radestê Tirkiyeyê hat kirin û di bin şertên giran ên tecrîdê de tê girtin, 22 sal in ji bo daxwaza aştiyê ya gelan têdikoşe. Israr û berxwedana Rêberê PKK’ê ya di mijara aştiyê de, bandor li hevdîtinên bi parêzerên wî re dike.
 
Hevdîtinên ewil
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina 30’ê Adara 2007’an de bi parêzeran re di mijara ‘aştî û çareseriyê’ de balê dikşîne ser pêngavên fermî yên ewil “…Bêguman di nav dewletê de yên dixwestin vê pirsgirêkê bi diyalog û aştiyê çareser bikin hene. Di salên 1990’î de sefîrekî li Şamê xwest bi me re diyalogê ava bike. Min got wê me bombebaran bikin an jî suîkastê bikin û min qebûl nekir. Piştre di pêvajoya Îmraliyê de dozgerên peywirdarên seferatxaneyê bi telefonê geriyane û gotine ‘Apo ez têm bîra te?Me di salên 90’î de daxwaza hevdîtina bi wî re kiribû’.Yek dozgerekî ev wek pirs ji min pirsî. Min fêm kir ku ew di lêgerîna diyalogê de ne. Di navbera me de têkiliyek hebû. Dema nû Turgut Ozal agahî da min ez matmayî mam. Min got ev ne hêza Ozal e, min got wê wî têk bibin. Piştre jî malbata Ozal qedandin. Necmettîn Erbakan jî agahî şand. Piştre ew jî ji dewrê derxist û piştî 99’an şûnde me dest bi çareseriyê kir.”
 
‘Min banga agirbestê kir, gav nehat avêtin’
 
Abdullah Ocalan heman salê di 9’ê Gulanê de balê dikşîne ser gotinên ‘dema behsa aştiyê dikim, dibêjin ‘Apo ditirse, tê lîstikê’ û dibêje ew ne ditirse û ne jî tê lîstika hinekan. Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Ez hem ahlaqî hem jî siyasî li dijî şer im. Vana PKK neqedandin. Niha jî dibêjin ‘em zextê li Apo bikin em ê PKK’ê biqedînin.’Ez ji raya giştî û gelê me re aşkera dibêjim. Bi vî awayî dibêjin qey wê bi min PKK’ê bidin tasfiyekirin. Ez çawa dikarim ji PKK’ê re bêjim ‘çekan deynin teslîm bibin?’ Min berê jî got ger riyek çareseriyê hebe bêguman wê çek bên danîn. Ev ne çareserî ye. Min banga agirbestê kir. Tu ngav nehatin avêtin, bi operasyonan bi ser PKK’ê de çûn. Tu tiştek nekirin. Gav neavêtin. Ji bo çareseriyê derfet nedan.”
 
‘Em ji bo çareseriyê hene’
 
Abdullah Ocalan dibêje ji bo hevdîtinên ku çareseriyê esas digirin amade ye, hema hema vê di her hevdîtinê de tîne ziman. Yek ji van hevdîtinan ya 31’ê cotmeha 2007’an e: “Dewlet, leşker dixwaze bi min re hevdîtinê bikin? Rayedar nûnerê xwe bila bişîne; bêje ‘Ey Apo , tu çi dixwazî’ ? Ez ê jî şertên xwe bêjim. Ew jî bila şertên xwe bêjin, em ê di nokteyekê de li hev bikin. Ger ku çareseriyê dixwazin divê destûreke bingehîn a mutabik bê avakirin. Daxwazek hebe wê şert bên axaftin. Em bi her awayî ji çareseriyê re amade ne. Ez dîsa destê aştiyê dirêj dikim.”
 
‘Ji bo aştiyê çi ji destên min bê dikim’
 
Abdullah Ocalan helwesta xwe ya li dijî şer di hevdîtina 9’ê Çileyê 2008’an de zelal îfade dike: “Li şûna serkeftineke ku bi mirina du mîlyon kesî tê bidestxistin, min çareseriyek demokratîk a siyasî ku yek kes tiştek pê nayê esas girt. Piştî ku milyonek du mîlyon kes mirin, serkeftin kêrî çi dike! Ne wisa? Bi taybet vê dubare dikim, ev pir girîng e. Qirkirin bikeve dewrê, kes nikare ji bin vê derkeve. Ez dixwazin pêşî li komkujiyên mezin bigirim. Ji bo avakirina hawirek demokratîk û aştiyê ez ji bo her tiştî amade me. Ji bo aştiyê çi ji destên min bê dikim. Bila her kes van nêrînên min bizanebi. Bila ji civaka tirk re jî baş bê vegotin.”
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina 14’ê Tebaxa 2009’an de balê dikişîne ser helwesta gel a li dijî aştiyê û wiha dibêje: “…Min dizanibû wê gel piştgiriyê bide. Heta min ne ji sedî 80 ji sedî 90 dipa. Min gotibû gel wek siyasetmedaran nafikire. Bêguman wê leşker jî bixwazin. Herî zêde leşker aştiyê dixwazin.”
 
‘Çima xwe ji muzakereyê re didin alî’
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina 23’yê îlona 2009’an de balê dikşîne ser girîngiya muzakereyan û van tiştan dinirxîne: “Ger muzakera demokratîk hebe wê çareserî pêş bikeve. Gelo çima ji muzakereyê ditirsin? Wê bên gel hev, muzakereyê bikin û biçin çareseriyê. Ma mirov çima ji vê xwe bidin alî, çima ditirsin?Bila meclîs jî wisa ji bo qeşmeriyê neyê gel hev, bila pirsgirêkê bi berpirs re bînin gel hev, nîqaş bike, bila hev bi xayîntiyê sûcdar nekin. Bila dev ji feraseta te wisa got, te wisa kir, te ev got, berdin. Muzakere di heman demê de kî li alî çareseriyê ye jî derdixe holê.  Muzakere hebe, kî çi bixwaze, kî aştî, edalet û çareseriyê bixwaze wê derxîne holê. Pêşiya min vekin, ez jî rûpoşê kesên ku çareseriyê naxwazin bixînim.”
 
Rêberê PKK’ê heman salê di 21’ê cotmehê de vê bangê dike: “Ez bang li gelê tirk dikim. 80-90 sal in li welatê me perdeyek heye. Em dikarin vê bi hev re rakin. Em dikarin aştî û demokrasiyê bi hev re bînin. Em dikarin bi hev re bi ser bikevin. Ji kerema xwe re min baş fêm bikin. Em ligel çareseriya demokratîk in.”
 
Komên Aştiyê: Gelê Kurd îradeya aştiyê derxistiye holê
 
Abdullah Ocalan di dîrokên cuda de balê dikişîne ser komên aştiyê yên hatine Tirkiyeyê û şîroveyên der barê pêşwazîkirina koman de nirxand û di vê mijarê de banga cidiyetê kir û wiha got: “Aştî karekî cidî ye. Rêzdariyê dixwaze. Hatina van koman û xwedîderketina bi rûmet a li van koman, rûyê rast û niyeta hikûmetê derxistiye holê. Plana hikûmetê ket avê. Yên çûn wir ne tenê sempatîzanên DTP û PKK’ê ne. AKP’î jî çûn wir. Ya ku hikûmetê ditirsîne jî ev e. Ji windabûna dengên xwe tirsiyan. Lê ev rewş wisa bi hesabê dengan nabe. Aştî cidiyetê dixwaze. Ez ji bo hemû hevalên xwe yên guh dan banga min û hatin spas dikim. Bi vî awayî girêdayîna bi min re nîşan dane. Em gihiştin armanca xwe. Hatina van koman û helwesta gelê kurd nîşan da ku em li alî aştiyê ne. Gelê kurd îradeya aştiyê bi aşkera daniye holê. Lê li hember vê hikûmet cidî nêz nebûye.”
 
‘Hûn hebûna kurdan nas nekin hûn ê çawa bi kurdan re li hev bikin’
 
Abdullah Ocalan  di Kanûna 2009’an de der barê hatina 3’yemîn koma aştiyê û piştî vê nîqaşên ku wê komên nû bên de wiha got: “Na ji vir şûnde hewce pê tune. Komên aştiyê berê jî tê zanîn, wê demê ji bo îrade û samimiyeta kurdan nîşan bidin hatibûn. Li gorî min ev baş hat dîtin. Di mijara çareseriyê de ji bo pêşeroja Tirkiyeyê em ji bo wekheviyê hene lê ev, ev bi qebûlkirina hebûna kurdan pêkan e. Ez li pişt van gotinên xwe me. Ji ber vê min nexşerêyek amade kir û got bila ev ji alî her kesî ve bê zanîn her kes xwe li gorî vê amade bike. Siyaset xitimî bû. Ji bo ev xetimandin derbas bibe min ev gotin. Di vê astê de kurd hebûn û rûmeta xwe teslîmê kesî nakin. Ez bêjim jî teslîm nakin. Ji vir şûnde wê ji bo hebûn û rûmeta xwe têbikoşin. Min li wir di nexşerêya xwe de got, ya ku hûn dikin qirkirin e; qirkirina çandî, siyasî, civakî, aborîye. Ji ber vê niha ku hebûna kurdan qebûl nekin, hûn li hember azadiya kurdan rêzdariyê nîşan nedin hûn ê çawa bi kurdan re li hev bikin.”
 
‘Rondik bi du hevokan dikare biqede: Hevdîtinên aştiyê’
 
Abdullah Ocalan di 20’ê Çileyê ya 2010’an de wiha dibêje: “Tevî van şertên zehmet me hewl da em aştiyê bînin. Me hewldana vê da lê nebû, me xwest em bi ser bikevin lê em bi ser neketin. Bi wesîleya em di destpêka sala 2010’an de min xwest ez balê bikşînim ser vê mijarê. Dîsa dibêjim, rondikên çavên mirovan bi du hevokan dikare bi dawî be; hevdîtinên aştiyê. Dîsa bi wesîleya 2010’an ez bang li serokomar, serokwezîr, fermandarê giştî, emniyet û Îstîxbaratê dikim. Divê ji bo aştiyê her kes peywira xwe bîne cih. Ne pir zehmet e avêtina gavan. Lê mixabin hewldanên me nehatin dîtin. Ev 11 sal in em nivîsên di vê mijarê de kom bikin dokumanên pir zêde ne. Dibêjin 40-50 hezar mirine. Ji her du aliyan 40-50 hezar kes mirin. Belê lê ji vir çi encam hat derxistin? Hûn ê vê wek ‘teror’ vebêjin. Hûn nikarin mirovan bi van tabîran bixapînin. Li cihê ku 50 hezar mirov miribin, ne teror, şer heye.
 
Di rojên borî de min ji radyoyê guhdar kir. Min bûyera di merasîma ku serokomar Gul tevlî bûbû, bihîst. Di wir de jî dibêje ‘heta teror bi dawî be têkoşîn berdewam e’. Binêrin hûn dibînin hîna li ser xwîna  tê rijandin siyaset tê kirin. Dibêjin şehîdên me hene, lê rêzdarî li hember şehîdan tune ye. Madem şer çêbû, madem mirov mirin, divê pêşî li van êşan bê girtin û aştî pêk bê. Em ji 93’an heta niha têkoşîna aştiyê dimeşînin. Ev 11 sal in ez li vir hewl didim. Di vî alî de hewldanên me hebûn. Lê hewldanên me bê encam man. Dibêjin şehîdên me hene, gelo yên wan hene, yên me tune ne? Me tevî hemû êşê gelê xwe hevalê xwe îqnayê aştiyê kir, me hawira aştiyê amade kir, gelo we çi kir? We êş gurtir kir. Me berê jî der barê aştiyê de gavên xwe avêtin, ji ber vê me bi sedan hevalên xwe winda kir. Herî dawî ji Mexmûr û Qendîlê hevalên me her tişt dan ber çavê xwe û ji bo piştgiriyê bidin aştiyê hatin. Li holê ye ku hikûmet û dewlet hatina hevalên me çawa digire dest. Cidiyeta dewletê di vir de tune ye. Li holê şer heye, mirov dimirin. Yên dizanin şer bikin divê bizanibin li hev jî bikin. Me ji bo maf, azadî û nasnameya xwe têkoşîn da. Bi hezaran girtiyên me hene, gelê me hene. Yên li çiyan hene. Divê bê fêmkirin ku ew çima li wirin.”
 
'Astengiya li pêş aştiyê AKP ye'
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan helwesta AKP’ê ya li hember aştî û çareseriyê jî digire dest. Di vê mijarê de di hevdîtina 24’ê Mijdara 2010’an de wiha tîne ziman: “Dibe ku di nav AKP’ê de kesên xwedî niyeta baş hene. Heta dibe ku serokwezîr jî niyeta wî baş be. Lê AKP di mijara aştiyê de biryarê nade. Ev girîng e; Serokwezîr wê bibe wek Ozal an jî wek Çîllerê? Ozal ji bo aştiyê biryara xwe dabû, roja beriya bê kuştin, ji bo diyalogê heyet şand. Bi me re di nava diyalogê de bû. Serokwezîr diçe Amerîkayê, Îngîlîstanê, ger wek Çîllerê be wê ji Çîllerê hîn bêtir bi xeter be. Nêrîna AKP’ê ya ‘em nikarin hêzê bidin aştiyê’ ne raste. Tu hikûmet î, divê tu biryara aştiyê bidî. Dewlet û artêş çareseriyê dixwaze, lê AKP naxwaze. AKP ji bo çareseriyê ne amade ye. Astengiya li pêş aştiyê AKP ye.”
 
‘Heta ku ez bijîm kes nikare bi rûmeta kurdan bilîze’
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina 2’yê Adara 2011’an de balê dikşîne ser bendewariyên yek alî: “Tiştek gelek balkêş e. Dibêjin çekan bisekinînin. Bêyî hewldan, her carê dibêjin ‘çekan bêdeng bikin’ lê tu wateya vê tune ye. Çeka çi? Em çekê bi kar tînin? Me li hember kesî çek bi kar neaniye, em neçar hiştine. Min hêviyên xwe yên der barê aştiyê de winda nekirine. Hîna hêviyên min hene. Çareserî pêş dikeve.”
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina 11’ê Adarê ya 2011’an de jî dibêje: “Em li vir hewl didin ku em li hev bikin.  Belkî jî di dîrokê de yekem car derfet evqas hatiye ber me. Kurd der barê mafên xwe de çareseriya wan hebe bila biaxivin û nîqaş bikin. Nexşerêya me heye. Di vê mijarê de bila rexneyên xwe bikin. Lê bila wisa nebêjin Ocalan tehdîd dike, bila cidî bin. Bila her kes bizanibe, heta ez sax bim kes nikare bi rûmeta kurdan bilîze.”
 
‘Têkiliya herdu civakan jehrî kirine’
 
Abdullah Ocalan têkiliya di navbera civaka kurd û tirk de jî wiha nirxand: “Têkiliya van her du civakan dînamîtkirîn e, jehrî kirine.  Ocalan vê nirxandinê di 3’yê Çileyê ya 2013’an de dema heyeta BDP’ê diçe Grava Îmraliyê, yanî destpêka pêvajoya dîrokî de dike. Rêberê PKK’ê di vê hevdîtinê de nexşerê pêşkeş dike: “Em dikarin çawa vê çareser bikin, em ê li ser vê bixebitin. Wê bi rûmeta gel bilîzin, gel jî bê bertek bimîne! Ez gelek bi hêrs im. Ez ne netew-dewletîm e. Sedema kuştinan ev e. Netew-dewlet ne azadî, koletî ye. Em dixwazin kurdan bînin rewşa demokratîk. Di destûra bingehîn a Tirkiyeyê de ev tune be aştî jî tune ye. Lê AKP dibêje hewce bi vê tune ye. Gelo em ê çawa bijîn? Bêyî îfadeya qanûnî ya 20 milyon kesî em ê çawa bijîn? Ji ber vê ez plana çalakiyê derdixim.” “Berfirehî di 20’ê sibatê de tê vegotin.” 
 
‘Min 40 salî têkoşîn da ez ê 40 salê din jî têbikoşim’
 
Rêberê PKK’ê ku di hemû hevdîtinan de israra di aştiyê de tîne ziman di 9’ê Adara 2014’an de jî wiha tîne ziman: “Ez malbatek im. Malbata min 5 milyon 10 mîlyon mirov e, me serî hilda. Em dixwazin li hev bikin. Ji bo vê çi hewce ye? Ez dixwazim dest ji şer berdim, hûn qebûl dikin? Ji ber vê em li ser maseyê rûniştin. Dibêjin qey wê min bixapînin. Lê 40 sal in ez têdikoşim, ez ê 40 salên din jî têbikoşim. AKP nû derket holê. Ma em zarok in? Ya ku dike qurnaziya esnaftiyê ye. Dema ez behsa peymanê dikim, ev vê dihewîne; divê wekhevî, azadî, ehlaq, evîn û azadî tê de hebe.”
 
Hişyariya provakasyonê
 
Abdullah Ocalan di 4’ê Sibata 2015’an de di hevdîtina bi heyeta HDP’ê re balê dikişîne ser provakasyonên li hember têkoşîna aştiyê: “Dixwazin çîroka me ya aştiyê ya pîroz parçe bikin. Ya li Cizîrê jî kirin ev bû. 8 zarok qetil kirin. Pêşîlêgirtina vê jî girîng e. Li Cizîr, Gever, Sîlopî, Hezex, Licê, Çewlîkê jî dixwazin xeleka dawî ya pratîka darbeya 60-70 sal in tê ferzkirin bikin. Hedef dikin çareseriyê têk bibin. Divê hemû rayagiştî pêvajoya muzakereyê pîroz bibîne, xwedî lê derkeve û neyê provakasyon û komployan.”
 
Plana Çalakiya Aştiya Demokratîk
 
Rêberê PKK’ê di hevdîtina bi heyetê re ya di 23’yê Sbiata 2013’an de Plana Çalakiya Aştiya Demokratîk pêşkêş dike. Riya aştiya ku bi qasî şer zehmet e nîşan dide. Plana çalakiya ku ji 3 astan pêk tê wiha ye:
 
 “Bi giştî serhildanên kurd, bi taybet tevgera PKK’ê bi hemû êşên serdema nêz ve girêdayî ye. Rewşa çalakîbûna PKK’ê ya di civakê de pir tê gotin, ancax bi girêdayîna wê ya dîrokî rast dikare bê fêmkirin. Bi taybet salên darbeyên 12’ê Adara 1971, 12’ê îlona 1980, 1993, 28’ê Sibata 1997, ev rewşa çalakîbûnê kiriye şerta esas a jiyana civakî. Şîdeta dewletê rê li ber neçareseriyê vekiriye. Her çiqas di 1993’yan de li vê haydar bibûye jî, polîtîkayên dewletê heta îro derfeta çareseriyê nedaye. Ez pêşkêşkirina planeke çalakiyê ya şênber ji xwe re peywir dibînim. Ez vê plana ji 3 astan pêk tê bi xetên wek min li jêr rêz kiriye, pêşkêş dikim.
 
Asta yekem
 
1-Di navbera aliyan de beriya her tiştî li gorî pêvajoya aştî-demokratîk divê zimanek bê pêşxistin, zimanê şer bê rakirin. Li dijî pêşketinên provokatîf ên dertên pêşberî me, divê helwesteke bi cesaret û di çareseriyê di israr bê nîşandan.
 
2-Di navbera aliyan de li ser esasa li ser rêgezên esas li hev bê kirin, herî dereng heta Hezîrana 2013’an ji qadên pevçûnê vekişînek watedar bê hedefkirin.
 
3-Divê astengiyên li pêş vekişînê bê rakirin û valahiyên qanûnî bên çareserkirin, demildest bên kirin. Tenê bi biryarên îdarî vekişîn, bi rîsk e.
 
4- Ji bo piştî vekişînê, valahiya çêdibe bê kontrolkirin, vegerên gund û taxan bi lez pêk bên û di mijarên neyînî de,  ji bo merciyên têkildar pêşniyar û hişyarî bê kirin, bi komîsyon û biryara TBMM’ê  Komek Aqilmendan ferz dike.
 
5- Wek gelek welatên ku pirsgirêkên bi vî rengî dijîn, der barê pêvajoya çareseriyê de, biryar, komîsyon alaveke girîng e. Ji bo plana çalakiyê bikeve jiyanê TBMM jî divê li gorî rihê mijarê biryarê bigire. Her wiha li gorî rihê biryarê komîsyonek ku kontrol dike lêkolîn dike, ferz e.
 
6-Girêdayî xala jor û çarçoveya wê hîn bêtir berfirehtir, komîsyona ku bûyerên veşarî lêkolîn dike, divê bê lêpirsînkirin û lêkolînkirin.
 
7-Ji bo sûcên li dijî pêvajoyê dertên holê û yên berê hatine kirin, organeke darizandina azad divê hebe.
 
Asta duyem
 
1-Dema pêvajoya aştiyê bi ser ket, derbasî asta duyem dibe. Ger ku alîgir gelek bi daxwaz bin bi planên çareseriyê yên berfireh niyeta xwe danîn holê, asta duyem dikare di payîzê de temam bibe. Pêvajoyek wisa ji bo destûra bingehîn a Tirkiyeyê jî di cih de ye.
 
2-Bendewariya esas a asta duyem, divê li ser hinek xalên sernavên ku pirsgirêkan teşkîl dike, lihevkirin bê kirin.  Her wiha di serî de Qanûna Hilbijartin û Partiyên Siyasî, divê hinek qanûn bên demokratîkkirin û şerta Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya YE’ê bê şert bê îmzekirin.
 
3-Divê venasîna welatîbûnê di esasa netewî, etnîk û ol de bê veqetandin, hebûnên çandî û olî wek mîrateya dîrokî bê nirxandin, nasname azad bên îfadekirin û bikevin bin garantiyê. Divê her çand, xwedî mafê nasnameya azad û wekhev bin.
 
4-Ji bo pêşketina hevpar û lez a pêvajoyê, ragihandina bi esasên civaka sivîl, medyatîk û akademîk bên avakirin û yekîneyên ewlehî û tenduristiyê bên rayekirin. Her wiha ji bo pêvajoya destûra bingehîn û pêvajoya qanûnî, hewcedarî bi civîn û konferansan heye.
 
5-Heta pêvajoya duyem bi serkeftî temam nebe, nikare derbasî asta duyem bibe. Di vê astê de dikare piştgiriya hêzên navneteweyî bê girtin.
 
Asta sêyem
 
1-Armanca vê astê ya esas derbasbûna jiyana normal e; Ji hawira şer derbasî hawireke aştiyane bibe û jiyîna di nava ewlehiyê de ye.
 
2-Cîhana aştiyê, bi giştî demokrasiya gerdûnî bi taybet di civaka kurd de sazkirina jiyaneke demokratîk e. 
 
3-Danîna çekan girêdayî çareseriya pirsgirêka ewlehiya kurdan ya azadî û hebûnê ye. 
 
4-Di serî de jiyana pir parçe a kurdan, rewşa wan a rojevî û dîrokî, çareseriya pirsgirêka ewlehiyê esas digire. Rojevbûna Mîsakî-Mîllî bêyî ku sînorên siyasî yên heyî neyên rakirin jî dikare bê çareserkirin.
 
5-Li gorî bakiya împaratoriyê, divê destûra bingehîn a nû wek modelek demokratîk vekirî be. Modelek ku ji derve re girtî di serî de ji bo kurdan û hemû hebûnên çandî ne xwedî hêza çareseriyê ye.
 
6-Ji ber giraniya pirsgirêkên li hundir û derve tên jiyîn, ji bo pêvajoya normalbûnê diyarkirina demê ne rast e. Pêkanîna çareseriyek tatmînkar wê pêvajoyê normal bike.
 
7-Pêşniyar û nêrînên min bi giştî wek taslakê ye, dikare gelek caran bê nirxandin û wek metnek hevpar bê amadekirin. Serkeftin daxwaza min ya sereke ye.