Wanî ji bo Mîtînga 1'ê Îlonê amade ne

  • 09:07 31 Tebax 2021
  • Rojane
WAN - HDP'piyên ku ji bo mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku dê bi dirûşma "Aştî jiyan e, Aştî dide jiyîn" bi taybetî bang li jinan kirin gotin, "Em jinên ku afrînerê jiyanê ne; li dijî şer  azadî û jiyanê diparêzin. Ji ber vê wekî li hemû cîhanê em ê pêşengtiyê ji bo aştiyê bikin. Ji bo ku em careke din li jiyan, beden û pêşeroja xwe xwedî derên em ê li qadan bibêjin aştî.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li hemû hêlên welat ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê xebatên  xwe bê navber didomîne. Di çarçoveya van xebatan de xebatên ji bo Mîtînga ku wê HDP bi dirûşma "Aştî jiyane, Aştî dide jiyîn" di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li dar bixe qediyan. Mîtînga ku wê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir pêk bê wê li ber Parka Musa Anter bê li darixstin. Jinên ku ji bo amadekariyên mîtîngê pêşengtî kirin hemû gelê Wanê vexwendin mîtîngê.  
 
'Em jinên kurd pêşengiya têkoşînê dikin'
 
Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyun ku diyar kir ji bo mîtînêgê kolan bi kolan tax bi tax geriya ye û gel vexwendiye mîtîngê got, "Herî zêde jin dibin mexdûrên şer. Ji ber wê jî li eniya pêş ya berxwedanê jin cih digirin. Wekî ku me di dema dagirkirina Talîban a Afganistnê de jî dît. Mêr ji bo xwe xilas bikin reviyan welatên din. Lê jinan wlatê xwe terk nekirin  û li ber xwe didin. Em jinên kurd jî li hemû qadan têkoşîna xwe didomînin. Em bi ruhê berxwedanê banga tevlibûna mîtîngê li jinan dikin." 
 
'Ji bo daxwazên jinên girtî werin mîtînga 1'ê Îlonê' 
 
Rêvebera HDP'ê ya Bajêr Gurbet Oktay jî ji bo Mîtînga 1'ê Îlonê bi taybetî bang li jinan kir û got, "Ger ku jin nebin aştî pêk nayê. Hevserokên me yên berê û bi hezaran endamên partiya me ji ber ku gotin, 'Aştî' di girtîgehê de ne. Lê gel binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî jin li wê jî dest ji daxwazên xwe bernadin û di nav çar dîwaran de li ber xwe didin. Divê em li derve û li qada mîtîngê daxwazên wan jî bînin ziman."
 
'Pêşengên aştiyê jin in'
 
Parlamentera DHP'ê ya Wanê Muazzez Orhan jî diyar kir ku di serî de gelên li Rojhilata Navîn, şerê kapîtalîzmê yê berjewendiyan berdewam dike. Muazzezê got, "Aştî dide jiyîn" û got ku şer tê wateya rijandina xwînê rondikên çavan û êşê. Muazzez destnîşan kir ku aştî jî tê wateya jiyaneke wekhev û azad û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Em jinên ku afrînerê jiyanê ne; em li dijî şer, aştî, azadî û jiyanê diparêzin. Ji ber wê wekî li hemû cîhanê em ê jin pêşengtiyê ji aştiyê re bikin. Em ê li qadan careke din li qadan ji bo ku em li beden, jiyan û pêşeroja xwe xwedî derkevin bibêjin aştî û azadî. Em bang li hemû gelê Wanê jin û ciwanan dikin ku bên qada mîtîngê û ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin."
 
Herî zêde pêdiviya jinan bi aştî û wekheviyê heye'
 
Hevşaredara Ebaxê ya ku mazbataya wê nehat dayîn Leyla Atsak jî got, "Jinan li dijî şer û qirkirinê herdem aştî parastin. Herî zêde jin aştiyê dixwazin. Ji ber ku herî zêde jin dibin mexdûrên şer. Jin tên qetilkirin. Keda wan tê çewisandin. Herî zêde pêdiviya me jinan bi şatî û demokrasiyê heye. Ji ber vê em bang li hemû jinan dikin ku tevli Mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bibin."