‘Piştî Peymana Stenbolê bûyerên întîxarê zêde bûn’

  • 09:05 31 Tebax 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Jinên siyasetmedar bûyerên întîxara bigûman ku zêde bûne nirxandin û gotin: “Sedema  întîxararan ji ber polîtîqayên bêcezabûnê yên îqtîdarê ye. Piştî betalkirina Peymana Stenbolê li Botanê bûyerên întîxara bi gûman zêdetir bûne.”
 
Li bajarên Tirkiyê û Kurdistanê di demên dawiyê de bûyerên bi gûman ku wekî întîhara jin û zarokan tên parvekirin  gelek zêde bûne. Yek ji van bajarên ku întîxarên bi gûman lê zêde bûne jî Şirnex e. Herî dawî di meha Tebaxê de hatibû ragihandin ku du zarokan bi awayek bi gûman jiyana xwe ji dest dane û zarokek jî hewl daye întîhar bike. Jinên siyasetmedar ên Botanê li ser întîharên bi gûman ên jin û zarokan nirxandin kirin.
 
'Îqtîdar ciwanên me di şerê taybet de bi kar tîne’
 
Hevşaredara Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)  a navçeya Hezexa Şirnexê ku qeyûm tayînî şûna wê hat KIRIN Songûl Erden,  anî ziman ku piştî şerê qedexeya derketina kolanan li Botanê polîtîkayên şerê taybet têN meşandin û wiha got: “Piştî xweseriyê bûyerên întîxar, qetilkirin û êrîşên zayendî gelek zêde bûne. Bi taybetî jî yên ku tê îdakirin întîhar dikin piranî ciwan in û sedema mirina wan bi gûman e. Sedema van bûyerên întîxarên bi gûman dewlet bi xwe ye. Îqtîdar ciwanên me di polîtîqayên şerê taybet de bi kar tîne. Di bilevkirina hişbir û fûhûşê de bi kar tîne. Ciwanên me dikin amûrê lîstikên qirêj. Ev qirêjî jî bi taybetî li Botanê tên kirin.  Carna hin întîharên tên kirin jî ji aliyê malbatan ve tên veşartin. Dewlet malbatan bi kar tîne.  Li Botanê di demên dawiyê de gelek bûyerên bi gûman ên întîxarê hatin jiyîn. Carna jinên me yên ciwan di bin navê hezkirinê de tên qetilkirin. Sedema bûyerên întîxarê mêr û îqtîdare. Ji ber polîtîqayên bê cezabûnê ev bûyerên întîxarê zêde bûne. Êdî bawerî di nava civakê de nemaye. “
 
‘Mêr û îqtîdar alîgirên hevdû ne’
 
Songûl, bi lêv kir ku bûyerên întîxarê yên ji ber zextên fîzîkî û derûnî jî sedema wan îktîdare û wiha domand: “Divê em jin li hember van bûyerên întîxarê haydar bin.  Ger ku îro ji ber zextên fîzîkî, derûnî û aborî kes întîhar dikin sedema vê îqtîdar bi xwe ye. Ji ber polîtîqayên wan ev tişt tên kirin. Bigiştî li tirkiyeyê qirkirina jinan zêde bûye.  Jin bi awayek hovane tên kûştin. Ev jî ji ber polîtîqayên bêcezabûnê yên îqtîdarê  ye. Di her aliyê de jiyan li jinan tê tengkirin. Bi salane zilma li ser jinan berdewam dike.  Lê belê jinan li dijî vê zilmê xwe rêxistin kire û li ser piyan e. Pêwîste jin di her qadê de li berxwe bidin. Divê jin tim bibêjin em hene û li vir in. Mêr û îqtîdar alîgirên hev in. Bila malbatên me tim li pişt zarokên xwe  bin û wan bi tenê nehêlin.”
 
‘Vîna jinê tune tê hesibandin’
 
Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabuha Akdag jî destnîşan kir ku di demên dawiyê de bûyerên întîxarê li Botanê gelek zêde bûne û wiha pêlda axaftina xwe: “Ev bûyerên întîxarê ji ber zextên fîzîkî, aborî û derûnî pêk tên.Li Tirkiyê qeyranek aborî heye û ev jî di aliyê derûnî de bandorek mezin li civakê dike. Ji aliyek dinê ve jî ji ber polîtîqayên îqtîdarê civak di aliyê derûniyê de pirsgirêkan dijî û ev jî dibe sedema întîxarê. Her wiha ciwan ji ber zextên malbatan jî serî li vê riyê didin.  Li jinan zêde tundî tê kirin û sedema vê jî polîtîkayên hikûmetê ne. Li Tirkiyeyê jin bê îrade tê kirin. Îktîdara AKP’ê ji aliyê mêrê serdest ve tê rêvebirin. Îktîdara mêrê serdest tim li ser jinê zext û zilmê dike.”
 
‘Piştî peymanê întîxarên bi gûman zêde bûn’
 
Sabuha, bal kişand ser polîtîqayên bêcezabûnê yên îqtîdarê û ev tişt got: “Ji ber polîtîqayên bêcezabûnê tundiya li ser jinê jî zêde bû. Piştî Peymana Stenbolê hat betalkirin şûnde komkûjî û tundiya li ser jinê gelek zêde bû. Her wiha piştî peymanê bûyerên întîhara bi gûman jî zêde bûn. Her roj bi kûştina jinê em dest bi rojê dikin. Sedema întîxarê jî an tundiya malbatê, an ya mêr û an jî ya îqtîdarê ye. Ji ber vî yekê Peymana Stenbolê ji bo me gelek girîng bû. Ger ku ev peyman nehata betalkirin dê ev bûyerên întîxar, tundî û qirkirina jinan bi  bêcezabûnê bi encam nebûya. Tu hêviya me ji îqtîdara AKP'ê tune ye Dema ji bo jinan civîn digirin bêyî jinê civînê digirin.  Divê em jin li hember van polîtîqayên wan xwe biparêzin. Divê em li her derê û li her qadê xwe biparêzin û rêxisditn bikin.”