Me ji Amediyan pirsî: Aştî dê çawa pêk bê?

  • 09:03 31 Tebax 2021
  • Rojane
Gulîstan Azak
 
AMED - Jinên amedî derbarê 1'ê Îlonê de nêrînên xwe wiha anîn ziman: "Pêkanîna aştiyê ne ewqas zehmet e. Tişta ku pêkanîna aştiyê zehmet dike zihniyeta cudakarî, nîjadî û newekhevî ye. Tişta herî girîng jî li vî welatî ne pirsgirêka kurd pirsgirêka tirk heye. Lê bi hêvîne ku dê rojek aştî bê vî welatî."
 
1'ê Îlonê Roja Aştiyê Cîhanê li tevahiya cîhanê bi çalakiyên cuda tê pêşwazîkirin. Îsal li Tirkiyeyê jî dibin siya êrişên nîjadî, operasyonên siyasî û leşkerî, talankirina xwezayê tê pêşwazîkirin. Her wiha îsal li bajarên herêmê 1'ê Îlonê dê bi mîtîng û çalakiyên cuda bên pêşwazîkirin. Amedekariyên pêşwazikirinê li bajaran didomin. Ligel xebat û amadekariyan me jî mîkrofona xwe dirêjî amediyan kir û hest û nêrînên wan ên derbarê aştiyê de girt. 
 
'Azadiya fikr û ramanê nîne'
 
Esîn Kilinç: Ji bo pêkanîna aştiyê divê demokrasî pêş bikeve. Em li welatekî demokratîk de najîn. Em nikarin firk û ramanê xwe bînin ziman. Bi vê nêzikatiyê dê çawa aştî pêk bê? Di serî de azadiya fikr û ramanê nîne. Li vî welatî fikr raman ne azad in û her kes çînek wê heye. Ji bo aştiyê divê fikr û raman azad bên ziman. 
 
'Bi zimanê nefretê aştî pêk nayê'
 
Gamze Yakut: Ji ber zimanê nefretê aştî pêk nayê. Her zimanê nefredê pêş dikev li vî welatî pêkanîna aştiyê zehmet dibe. Ji bo aştiyê berpirsiyariyek hewceye. Divê herkes ji bo pêkanîna aştiyê tiştekî bike. Li cihê ku aştî tunebe li vir beadeletî û şer pêş dikeve. Li cihê ku şer heyî li vir mirin çêdibin. Divê  bêedaletiya ku niha em dijîn bi dawî bibe. 
 
'Xeyala min pêkanîna aştiyê ye'
 
Xwendekar Berîtan Ceren Aslan: Li ser vê axê xweza û jin tê qetilkirin, ji ber vê jî ez hêvî nakim ku xeyala min a pêkanîna aştiyê pêk bê. Li vî welatî jin tên kuştin. Jin ji bo xwe biparêzin neçar dimîne ku êrişkar bikuje. Ez wekî jineke ciwan gelek caran bi taciz û şîdetê re rûbirû mam. Bi kuştinê hatim tehdîtkirin. Lê ez dixwazin êdî jin bi azad gotinên xwe bêjin. Li cîhaneke azad de bijîn. Ez wekî şêniyeke amedî şer û mirinê naxwazim. 
 
'Li vî welatî ne pirsgirêka kurd pirsgirêka tirk heye'
 
Ayşe Dogan: Li hemberî kurdan polîtîkayên şer tê meşandin û pirsgirêka kurd nayê çareserkirin. Dijminatiya li hemberî kurdan li tirkan tê ferzkirin. Ev tişt pêkanîna aştiyê zehmetir dike. Bi nîjadî, înkarî û şer aştî pêk nayê. Niha li hemberî kurdan dijminatiyeke mezin heye û êrîşên nîjadî di asta herî jor de ne. Divê tirk li dijî vê yekê derkevin. Pêkanîna aştiyê ne ewqas zehmet e. Tişta ku pêkanîna aştiyê zehmet dike zihniyet e. Li gorî min li vî welatî ne pirsgirêka kurd pirsgirêka tirk heye. Kurd hertim daxwaza aştiyê kirine. Kesên ku pirsgirêkan kûr dikin ne kurd in. Heke aştiyê naxwazin wisa be divê Kurdistan bê avakirin. Zimanê, çand û baweriya me hatiye qedexekirin. Ez di 1'ê îlonê de hatim dinê. Tenê daxwezeke min heye û ev jî pêkanîna aştiyê ye. 
 
'Zîhniyeta cudakariyê divê ji holê rabe'
 
Berfîn Ezîn: Ji ber polîtîkayên cudakariyê aştî pêk nayê. Niha jî nîqaşên tirk-kurd û elewî-sunnî tên kirin. Ji bo pêkanîna aştiyê divê di serî de ev zîhniyet ji holê rabe. Her wiha ji bo aştiyê jî tekane rê yekitî ye. Mînak; ez Amedî me û dema diçîm bajarên Tirkiyeyê li hemberî min cudakariyê dikin. Dibêjin xwişk û biratî lê xwişk û bira tên qetilkirin. Ev ne aştî ye. Li vî welatî tenê faşîzm heye. Berpirs jî desthilatarî ye. 
 
'Em bi hêvî ne ku dê rojek aştî pêk bê '
 
Şeval Anik: Heke aştî hebûye em niha ne di vî halî de bûn. Dema aştî pêk bê xwişk û biratî hebûya. Mirov dê betir bi hev re bûna. Lê niha lê binêrin tiştek wisa nîne. Ji bo pêkanîna aştiyê divê herkes bikeve nava hewldanê. Dema aştî nebe azadî jî nabe. Li cihê ku aştî nînbe li vir şer û bêhêvîtî heye. Ji bo me aştî li cihekî dûr e lê em bi hêvî ne ku rojek aştî pêk bê. Ev tişt jî ji bo me girîng e."