ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2021'Ê

  • 09:00 31 Tebax 2021
  • Rojev
 
*Jinên siyasetmedar bûyerên întîxara bigûman ku zêde bûne nirxandin û gotin: “Sedema  întîxararan ji ber polîtîqayên bêcezabûnê yên îqtîdarê ye. Piştî betalkirina Peymana Stenbolê li Botanê bûyerên întîxara bi gûman zêdetir bûne.” DÎMEN HEYE
 
*Jinên amedî derbarê 1'ê Îlonê de nêrînên xwe wiha anîn ziman: "Pêkanîna aştiyê ne ewqas zehmet e. Tişta ku pêkanîna aştiyê zehmet dike zihniyeta cudakarî, nîjadî û newekhevî ye. Tişta herî girîng jî li vî welatî ne pirsgirêka kurd pirsgirêka tirk heye. Lê bi hêvîne ku dê rojek aştî bê vî welatî." BI DÎMEN 
 
*HDP'piyên ku ji bo mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku dê bi dirûşma "Aştî jiyan e, Aştî dide jiyîn" bi taybetî bang li jinan kirin gotin, "Em jinên ku afrînerê jiyanê ne; li dijî şer  azadî û jiyanê diparêzin. Ji ber vê wekî li hemû cîhanê em ê pêşengtiyê ji bo aştiyê bikin. Ji bo ku em careke din li jiyan, beden û pêşeroja xwe xwedî derên em ê li qadan bibêjin aştî. BI DÎMEN
 
*Mamosteya MED-DER’ê Seyhan Şaşmaz diyar kir ku di meha îlonê de ligel perwerdeyên online dê perwerdeyên rûbirû jî dest pê bike û got: "Serlêdanên kursên perwerdeya bi kurdî didomin. Em ê bi zaravayên kurmanci û kirmanckî perwerdê bidin. Xebatên me ya ji bo zarokan jî dê bidomin û em armanc dikin ku gel xwedî li zimanê xwe derkeve." BI DÎMEN 
 
*Hemû Rojhilata Navîn di pêvajoyeke şer de derbas dibe. Di peyamên ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi salan da de bangên ji bo aştiyê û girîngiya van bangan îro carek din dertê holê. Abdullah Ocalan di 2010’an de tespîta “AKP çareseriyê naxwaze, ji bo çareseriyê ne amade ye. Astengiya herî mezin a li pêş aştiyê AKP ye.’ dike û dibêje: “Malbata min 5 mîlyon, 10 mîlyon mirov e, me serî hilda. Em aştiyê dixwazin. Ji ber vê em li ser vê maseyê rûniştin. Min 40 salî têkoşîn da, hewce bike 40 salên din jî ez ê têbikoşim.”