Dewleta tirk kampa êzidî lê dimînin bombebaran kir
- 08:44 31 Tebax 2021
- Rojane
NAVEND NÛÇEYAN - Tirkiyeyê Kampa Katya ku êzidî lê dimînin bombebaran kir. Hat diyarkirin ku mirî û birîndar hene.
Li gor nûçeya Rojnewsê, SÎHA'yên dewleta tirk Kampa Katyayê ku li Zaxoyê ye û êzidiyên ji Şengalê lê dimînin, bombebaran kiriye. Hat diyarkirin ku mirî û birîndar hene.
Hat ragihandin ku gelek ambulans sewqî cihê bûyerê hatine kirin û ceryana kampê jî bi temamî hatiye birîn.