Li Rihayê jinekê bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da

  • 16:21 30 Tebax 2021
  • Rojane
 
RIHA - Li navçeya Eyubiye Hediye Tokay li mala xwe bi awayekî bi gûman mirî hat dîtin.
 
Li navçeya Eyubiye ya Rihayê Hediye Tokay (40) bi awayekî bi gûman li mala xwe mirî hate dîtin. Piştî agahdariya ku aht kirin tîmên tendirustiyê hatin cihê bûyerê û diyar kirin ku Hediye jiyana xwe ji dest daye. 
 
Cenazeyê Hediyeyê, ji bo bê otopsîkirin rakirin Morga Tipa Edlî û mêrê pê re zewicîbû jî hat binçavkirin. 
 
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.