Di roja windayan de bang: Bêhiqûqî û îşkenceyê bi dawî bikin

  • 14:57 30 Tebax 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Dayikên Şemiyê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê bang li saziyên neteweyî û navneteweyî kirin ku bê hiqûqî û îşkenceyê bi dawî bikin. 
 
Dayikên Şemiyê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê (ÎHD) bi wesîleya 30’ê Tebaxê Roja Windayan a Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di çîrokên wan de hovîtiyeke mezin, şîneke bêdawî û îşkence hebe jî têkoşîna wan a ji bo heqîqet û edaletê li dijî zilm û înkarê ye.
 
Bang li saziyên darizandinê hate kirin ku bila dawî li cezakirinê bînin, derbarê kesên piştî hatine binçavkirin dûre hatine windakirin de bila lêpirsînan bidin destpêkirin û van lêpirsînan bi awayekî bêalî û bi wêrekî bidomînin.
 
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em bang li desthilatdariyê dikin ku bila Peymana Parastina Kesên Bi Darê Zorê Hatine Windakirin a Neteweyên Yekbûyî îmze bike û li gorî wê tevbigere. Em bang li mekanîzmayên parastina mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî dikin ku bila li hemberî zextên giran ên xizmên windayan jî gavan biavêjin û têkevin nav hewldanan.”