Jinên kurd ên li Norvecê: Endamên RJAK’ê berdin

  • 12:12 30 Tebax 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên kurd li Norveçê bang li PDK’ê kir û daxwaza serbestberdana endam û rêveberên RJAK’ê kir.  
 
Di 5’ê tebaxê de 3 endam û rêveberên Rêxistina Jinê ya Azad a Kurdistanê (RJAK) dema ji merasîma salvegera bîranîna fermana 74’an a Şengalê vedigeriyan, li asayîşa Kelek a Hewlêrê ji aliyê hêzên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ve hatin binçavkirin. Ji dema ku hatine binçavkirin heya niha agahî ji endama meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Ebdulbaqî, Seyran Ehmed Hesen nayê girtin.
 
Nerazîbûnên dijî girtina endamên RJAK’ê roj bi roj zêde dibin. Jinan li Norveçê daxuyaniyek dan û bang li PDK’ê kirin daku endamên RJAK’ê berdin. Li ser navê jinan daxuyaniyek hate dayîn û wiha hat gotin: “Em vî karê ne mirovane ya PDK’ê bi tûndî şermezar dikin. Em weke jinên her çar parçeyên Kurdistan yên li Norveçê, bang li PDK’ê dikin daku di demek zû de endamên RJAK’ê berdin. Em ê hemû êxistin, hikûmeta Norveçê û rêxistinên din ên mafê mirovan,  ji girtinê agadar bikin. Rewşa jinan li başûrê Kurdistanê nebaşe, rojane hemberî wan tund û tujî tê kirin, têne kuştin, niha jî têne binçavkirin û revandin.”