ROJEVA 30'Ê TEBAXA 2021'Ê

  • 09:00 30 Tebax 2021
  • Rojev
 
*Jinên siyasetmedar, têkildarî êrişên li ser Şengalê axivîn û gotin: “Civaka Êzidî ku 74 ferman jiyane dev ji axa  xwe bernedaye. Xwe rêxistin kiriye warê xwe parastiye û bi ser ketiye. Lê  Tirkiye îro carekedin êrîşî Şengalê dike. Em destûrê nedin fermanek nû.”DÎMEN HEYE
 
*GOÇ-DER'a ku li ser penaber û koçberan xebatan dimeşîne piştî projeya TitulArts'ê dest bi projeyek nû dike. Hediye Guneş a ku di rêveberiya komeleyê de cih digire diyar kir ku projeya niha dimeşînin, li ser kesên di salên 90'î de ji Amed û derdora Amedê koçber bûne ye. DÎMEN HEYE
 
*Jinan bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de diyar kirin ku di vê pergala dijîn de aştî tune û wiha bang kirin: “Aştî jî îro wek mafê rumet û nan, bi têkoşîn û berxwedanê dikare bê bidestxistin.” BI DÎMEN
 
*Esnafên bazara Beyogluyê diyar kirin ku tiştekî wan nayê firotin û welatiyan jî gotin ew nikarin hewcedariyên xwe bigirin. Her çiqas ji bo dan û stanê saetên êvarê bê payîn jî tabloya biha naguhere. BI DÎMEN