Daristanên Dêrsimê 13 roj in dişewitin

  • 16:58 29 Tebax 2021
  • Rojane
 
DÊRSIM - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz û heyeta pê re ku çû li li cihê şewat lê 13 roj in berdewam dike lêkolîn kir piştî lêkolînê daxuyanî da .Salîha diyar kir ku bi rojan e agirê bi daristanan ket nehatiye vemirandin û got, "Agirê ku bi daristanê ket û 13 roj e nehatiye vemirandin dijminantiya li hemberî Gelê Kurd e."
 
Li gundên Xozata Dersimê Tanzî, Kurukaymak û gundikê Koçerî şewat derket û şewata derket ji ber nehat vemirandin belavî heta bejahiya navçeya pilûrê bû. Herwiha Di pêşengiya Hêzên Demokrasî û Kedê de di nav wan de Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz  û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî heye ji bo ku biçin herêma agir pê hatiye xistin ji Dêrsimê derketin rê û li cihê şewat derket lêkolîn kirin. Heyeta ku lêkolîn kir piştre daxuyaniyek da. 
 
'Heman senaryo'
 
Li ser navê heyetê Seroka Navenda Lêkolînê ya Dêrsimê (DAM)  selman Yeşîlgot axivî û got ku şewata 13 roj e berdewam dike hîna îro mudaxele lê hatiye kirin ku ev gelek manîdar e û berdewam kir, "Li erdnîgariya kurdan senaryoya hatiye amadekirin tu guhertin tê de nayê kirin û tenê lîstkvan diguherin. Em vê şewatê wekî êrîşên li heberî ziman û nasnameya xwe dibînin. Ev mudaxeleya piştî bi rojan jî ji ber bertekên raya giştî ye. Dixwazin bi van êrîşan erdnîgariya kurdan vala bikin. Lê em bi salan e li vir in û ji niha û pêde jî em ê li vir bin."
 
'Erdnîgariya kurd dişewitînin'
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî, diyar kir ku erdnîgariya gelê Kurd, bi salane dibin navê “Ewlekariyê” de, di şewitînin û wiha bertek nîşan da: “Îro dest bi mudaxileya şewatê kirin. Ev mudaxile di encama zextên raya giştî de hat destpêkirin. Ev şewatên daristanan, polîtîkayên dijminantiyê yên li dijî gelê Kurde. Bi van êriş û polîtîkayan hewl didin heremê bêmirov bihêlin. Me bi têkoşîn, ziman û çanda xwe jiyana xwe berdewam kir. Ji vir û şûnde jî emê têkoşîna xwe dewam bikin.”
 
Heyet asteng kirin
 
Kesên beşdarî daxuyaniyê bûn, dûre ber bi herêma şewatê ve ketin rê. Lê eskeran, li Bîlgeç destûr nedan ku şande derbas bibe û asteng kirin. Biryara walîtiyê wekî hincet ji bo vê rewşê hat nîşandan. Şandeya ku li ser vê yekê derbasî navçeya Pulurê bû, hevdîtinên xwe dewam dike. 
 
Berpirsiyar hikûmet e
 
Piştre parlamenterên HDP'ê Mahmut Tugrul û Mehmet Ruştu axivîn wan jî wekî berpirsên şewatê hikûmet nîşan da.
 
Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu jî diyar kir ku li dijî şewatê têkoşîna hevpar divê.