5'emîn Konferansa Jinên Mamosta bi dawî bû

  • 13:15 29 Tebax 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Konfaransa jinên mamosta ku dû rojan dom kir, bi hilbijartina rêveberiya nû bi dawî bû.
 
5’emîn Konfaransa jinên mamosta yên Mexmûrê îsal bi beşdarbûna 100 delegeyan û bi duruşma “Bi ruhê Esmayan, Hêviyan, Amarayan û Berwelatan Têkoşînê bikîn, Rêber Apo azad bikin” ku li Mala Gel hat lidarxistin û du rojan berdewam kir bi hilbijartina rêveberiya nû ya mamostayên jin bi dawî bû. Di roja dûem a konfaransa jinên mamostayên Mexmûrê de xebatên rêxistinî yên dû salan hatin nirxandin. Paşê jî rêvebirname û pêşnûme biryar hat xwedin û piştî pejirandina pêşnûme biryaran, rêveberiya nû ya ku ji 7 kesan pêk tê ku wê dû salan xebatên xweser bidin meşandin hat hilbijartin. Pîştî hilbijartinA rêveberiya nû axaftina girtinê ji aliyê hevseroka qada Perwerdê Bêrîvan Kaya ve hat kirin.
 
'Pêvajo hesas e'
 
Bêrîvan Kaya destpêkê rêveberiya nû ya ku hatî hilbijartîn pîroz kir û got: “Di pêvajoyek wisa hesas de lidarxistina konfaransa me ya jinên mamosta bi serê xwe serkeftinek e, cihek yê xwe yê giring û pîroz heye. Barek girantir ket ser milê me, ji ber pêvajoya ku em niha tê de pêvajoyek hesas e, divê em zêdetir bi baldarî nêz bibin ku em bikarin ji pêvajoyê re bibin bersîv. Îradebûyina xweser di vê konfaransê de derket pêş ku em bi karîn reng û temsîlyeta xwe ya jinê di aliyê gîştî de jî bidin diyarkirin. Bi vê îradebûyina konfaransê ku em bi karibin biryardariya derketî, îradeya xwe ya xweser hîn zêdetir rengê xwe yê jinê bidin pêş. Em bi hêvî ne hîn zêdetir ji bo xwendevanên xwe yên keç emê bibin bersîvên hîn xurtir. Hevalên nû yên di rêveberiyê de hatine hilbijartin em di wê hêviyê de ne ku her yek wê rengek cûda yê xwe yê xurtir bide qada perwerdê. Dema em dibêjin qada perwerdê tê de temsilyeta wargehê derdikeve pêş ku bi hezaran xwendevan di bin destên van mamostayn re derbas dibin.”
 
Konfarans bi diruşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.