KOMAW'ê kongreya xwe ya 6'emîn pêk anî

  • 10:26 29 Tebax 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - KOMAW'ê kongreya xwe ya 6'emîn li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê pêk anî.
 
Komeleya Malbatên Winda û Şehîdan a Kurdistanê (KOMAW) li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê kongreya xwe ya 6'emîn li dar xist. Di kongreyê de Bavê Hisên hate bîranîn ku dema beriya niha wezîfeya hevserokatiya KOMAW'ê kiribû û par ji ber Covîd-19 jiyana xwe ji dest dabû.
 
Kongre bi beşdariya 200 delege û malbatên şehîdan li Komeleya Elewiyan a Kurdistanê pêk hat. Piştî deqeyeke rêzgirtinê kongre bi hilbijartina dîwanê dewam kir. Di kongreyê de peyamên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), Yekîtiya Elewiyan a Kurdistanê, Federasyona Êzidiyan, Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, Heyva Sor a Kurdistanê hatin xwendin û karên dema berê ku ji aliyê KOMAW'ê ve hatibûn kirin hatin nirxandin.
 
Kongre bi hilbijartina rêveberiya dema nû û diyarkirina bernameya kar bi dawî bû.