Sekretera jinan a SES’ê: Li Şengalê sûcê mirovahiyê hat kirin

  • 09:02 29 Tebax 2021
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
ENQERE - Sekretera jinan a SES’ê Gonul Adibellî diyar kir ku bûyera hedefgirtina nexweşxaneyeke li Şengalê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk hatiye sûcê şer e û got: “Di şertên şer de nexweşxane li cihên ku destnedayînê ye lê nexweşxane û cihên sivîl bi aşkera hatiye bombebarankirin û ev sûcê şer e."
 
Ev demek dirêje Tirkiye li hember Şengalê di hewldana pêkanîna êrîşan de ye û Arteşa Tirk di 17’ê tebaxê de li Şengalê nexweşxaneyek bombe kir û 4 kedkarên tenduristiyê di nav de bi giştî 8 kes qetil kir. Ev demek dirêj bû hedefgirtina Şengalê ji aliyê rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û rayagiştî ve dihat rexnekirin û jinan ji bo Doktor Muhlîse Sîdar ya di êrîşê de jiyana xwe ji dest da, li bajaran çalakiyên protestoyî pêk anîn.
 
Sekretera Jinan a Sendîkaya Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Gonul Adibellî da zanîn ku qetilkirina Muhlîse Sîdar û kedkarên tenduristiyê yên din sûcê şer e.
 
‘Sûcê şer hat kirin’
 
Gonulê di berdewamiya axaftina xwe de êrîşa ku 7 sal berê li Şengalê pêk hatiye jî bibîr xist û bi lêv kir ku civaka êzidî ji ber baweriya xwe bi êrîşa çeteyan re rûbirû mayene û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di nav êrîşan de cihên pîroz yên êzidiyan hatin hilweşandin, qadên jiyana wan ji holê hatin rakirin. Civaka Şengalê berxwedana pêwist nîşan daye û çeteyên DAIŞ’ê têk biriye. Em dikarin bêjin ku desthilatdariya siyasî ya AKP-MHP’ê, tişta ku DAIŞ’ê biser nexistiye, dixwaze bike. Ji bo berxwedana şêniyên Şengalê bişkîne êrîş pêk aniye. Di vir de li dijî Peymana Cenevre û peymanên navneteweyî derketiye. Ji ber ku di êrîşê de sivîl hedef hatin girtin. Nexweşxane di şertên şer de jî destnedana wê hene. Lê nexweşxane û cihên sivîl bi aşkera hatin bombebarankirin. Sûcê mirovahiyê hatiye kirin.”
 
‘Em ê xebatên pêwist bimeşînin’
 
Gonulê, destnîşan kir ku di êrîşa ku Tirkiye pêk aniye de 4 kedkarên tenduristiyê û 4 sivîlî jiyana xwe ji dest dane û wiha pê de çû: “Di vê pêvajoya pandemiyê de ku kedkarên tenduristiyê û navendên tenduristiyê çiqas girîngin, desthilatdariya siyasî û welatên emperyal bi hişmendiya şer tevdigerin û peymanê ku hatine îmzekirin tune dihesibînin, sûc dikin. Li Tirkiyeyê jî binpêkirina mafan pir zêde ye. Li vir jî li qadên şer jî mixabin binpêkirinên mafan qet naqedin. Em li dijî vê ne. Di vê merheleyê de em ê xebatên pêwist bimeşînin.”
 
‘Duh Şengal, îro Efganîstan û Tirkiye..’
 
Gonulê dawiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Duh li Şengalê îro li Efganîstan û Tirkiyeyê bûyer naqedin. Jin di şer de wek ganîmet tên dîtin. Li cîhanê jin neçarin li dijî zîhniyeta serdest bisekinin. Dikarin çavsoriya DAIŞ’ê hebe, ya Talîban hene. Dibe ku tehemula wan ji Peymana Stenbolê re tunebe. Lê divê em jin her tim gotina xwe bêjin. Divê warê me jinan hebe. Em di pêvajoyek dîrokî de derbas dibin. Jin li her derê cîhanê bi şîdetê re rûbirû dimînin. Kî dibe bila bibe kîjan welat dibe bila bibe şert çi dibe bila bibe divê jinên di rêxistinên civaka sivîl de gotina xwe bêjin û sekna wan hebin.”