ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2021'Ê

  • 09:00 29 Tebax 2021
  • Rojev
 
* Endamên Dayikên Aştiyê yên Amedê bi minasebeta 1'ê Îlonê bangewaziya aştiyê kirin û gotin: "Xaka Rojhîlata Navîn bi xwînê tê avdan û tu carî guh nadin daxwazên aştiyê yên gelan. Lê em dayikên kurd, têkoşîna xwe ya pêkanîna aştiyê ya li ser vê erdnegariyê û ji bo bi dawîkirina tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan dê li qadan bin." BI DÎMEN 
 
* Sekretera jinan a SES’ê Gonul Adibellî diyar kir ku bûyera hedefgirtina nexweşxaneyeke li Şengalê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk hatiye sûcê şer e û got: “Di şertên şer de nexweşxane li cihên ku destnedayînê ye lê nexweşxane û cihên sivîl bi aşkera hatiye bombebarankirin û ev sûcê şer e." BI DÎMEN 
 
*Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr bal kişand ser polîtîkayên ku 20 sal in AKP-MHP dimeşîne û got: "Hikûmet li dijî karasetên wek lehî û şewata ji ber germahiya global pêk hat, nikaribû tu tiştekî bike.Vê rê li ber bertekên cidî yên civakî vekir. Ev jî têr nake, niha jî dixwaze li Efganîstanê rol bigire." BI DÎMEN 
 
*Bêtehemuliya li hember Kurdî ya pêşkêşvan Dîdem Arslan Yilmaz, di esasê de parçeyeke biçûk ê pergala hatiye afirandinê ye. Em li ser parçe nesekinin, em li giştî binêrin…MEDYA KRÎTÎK