Xizmên Windayan: Bila faîl bên darizandin

  • 14:02 28 Tebax 2021
  • Rojane
AMED - Vê heftê Xizmên Windayan û ÎHD'ê li aqûbeta Mîkdat Ozeken pirsîn û xwestin faîl bên darizandin. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan çalakiya xwe ya bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” a 655’emîn bi awayekî onlîne lidarxistin. Di çalakiyê de hat xwestin ku faîlên Mîkdat Ozeken ê eskeran ji gundê Karli yê Geverê di 27’ê îlona 1994’an de birin Fermandariya Tabûrê ya Geverê û qetil kirin û cenazeyê wî heta niha nehatiye dîtin, bên darizandin. 
 
Sekreterê Şaxa ÎHD’ê yê Amedê Ferhat Berkpinar, li gorî beyanên birayê Mîktad Ozeken, Îrfan Ozeken tiştên qewimîn vegotin. Ferhat, diyar kir ku di 27’ê îlona 1994’an de eskerên di bin fermandariya, fermandarê Tabûra Geverê Mehmet Emîn Yûrdakûl de bi ser gundê Karli de girtine û îtîrafkar Kahraman Bîlgîç jî beşdar bûye. Ferhat, da zanîn ku di serdegirtina gund de eskeran Mîktad Ozeken û Munîr Saritaş ên ji bo komkirina darên zivistanê çûbûn gund, binçav kirin. 
  
Ferhat, anî ziman ku di serdegirtinê de hemû gundî li qada gund hatibûn komkirin û bi lêv kir ku Abdulkerîm Yûrtseven ê 75 salî û wesayîta wî hebû bi alîkariya rêxistinê re hatibû sûcdarkirin, îşkence lê hat kirin û hestiyên perasûyên wî hatibûn şikandin. Ferhat, diyar kir ku esker pişt re Abdulkerin Yûrtseven, Mîkdat Ozeken û Munîr Saritaş li wesayîtê siwar dikin, dibin Fermandariya Tabûrê ya Geverê û wiha got: “Abdûlkerîm Yûrtseven di rê de jiyana xwe ji dest dide. Ji ber Mikdat Ozeken û hevalê wî dibin şahidê îşkenceyê ji bo ku bi kesî re neaxivin îşkenceyek giran li wan tê kirin û bi fikara ku dema wan berdin dê rewşê vebêjin, li tabûrê înfaz dikin.”
 
Ferhat, da zanîn ku dema dayika Mîkdat Ozeken diçe Fermandariya Tabûrê bersiva “me kurê te şand Fermandariya Tûgayê ya Colemêrgê” digire û li ser israra 10 rojan Fermandariya Tûgayê ya Colemêrgê jî bersiva “Kurê te li Fermandariya Tabûrê ya Geverê ye” girt. Ferhat, bi bîr xist ku dayika Mîkdat Ozeken careke din diçe Fermandariya Tabûrê ya Geverê û Fermandarê Tabûrê M. Emîn Yûrdakûl bi gotina “Min kurê te di vê qazanê de şewitand û kuşt. Tu careke din werî ez ê te jî bi heman awayî bişewitînim” gef li dayikê dixwe. 
 
Ferhat, diyar kir ku pişt re îtîrafkar Kahraman Bîlgîç, bi şertê ku Mîkdat Ozeken teslîm bike ji malbatê 10 hezar mark girtine û ji Gevere derketiye. Ferhat, anî ziman ku di doza ku birine Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de Tirkiye mehkumî tazmînatê hatiye kirin.