173 roj in Malbata Şenyaşar li edaletê digere

  • 11:39 28 Tebax 2021
  • Rojane
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 173 roj in didome. Malbat îro çalakiya xwe li mala xwe ya Pirsûsê didomîne. 
 
Malbata Şenyaşar 173 roj in li ber Edliyeya Rihayê çalakiya “Nobeta Edaletê” li dar dixin. Malbat îro ji ber dawiya hefteyeyê çalakiya xwe li mala xwe ya Pirsûsê didomînin. 
 
Malbatê di çalakiya xwe îro de li ser medyaya dijîtal ev peyam dan: "Divê rûmeta mirovatiyê li hemberî vê zilmê bêdeng nebe. 2 mirov li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatin qetilkirin. 3 sal in kesek nehat girtin, Divê dozger lêpirsîneke adil bike, bile nebe hevkarê sûc. Heke ji serdestan bitirse, bila îstîfa bike.”