TAJÊ civîna xwe ya 6 mehan li dar xist: Bersiva me domandina têkoşînê ye

  • 11:10 28 Tebax 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Azadiya Jinên Êzidî civîna xwe ya 6 mehan li darxist. Di civînê de hat diyarkirin ku li dijî her cûreyên êrişan dê têkoşîna xwe ya bi rêxistinî bidomînin. 
 
Her 6 mehan carekê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi tevahî endamên xwe re kar û xebatên xwe dinirxîne.  Ji ber şert û mercên virûsa koronayê civîn îsal li dû cihên cûda pêk hat. Yek ji wan navenda Şengal û ya din jî li Meclisa Gel ya Gundê Guhbel pêkhat. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Civîn ji aliyê berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî, endamên TAJÊ'yê Ranya Îdo û Zozan Şengalî ve hat birêvebirin. Axaftina despêkê ji aliyê Berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî ve hat kirin.
 
'Em ê bi xebatên xwe bersivê bidin dijmin'
 
Sebîha, di despêkê de tevahî kesên ku di fermanê de jiyana xwe ji dest dane bibîranî û got: "Di 16 û 17’ê tebaxê yên ku ji aliyê dewleta Tirk bi êrişên balefiran şehît ketine em carek din bi bîr tînin. Weke Tevgera azadiya Jinên Êzidî di demek wiha de, bi taybet meha tebaxê de ku ji me tevan re meheke reşe, civîn li darxsitin sekena me ya li beramberî dagirkeran dide diyar kirin. Ev civîn û xebatên me bi serê xwe bersive ji tevahî dijminên me re.”
 
'Pêşengên êzidiyan dikin hedef'
 
Sabiha, bal kişand ser êriş û planên li ser pêşengên civaka Êzidî û wiha axivî: “Dijminên me di ferqa pêşketin û hêza gelê me de ye ji bo wê ye kû pêşengên me dikin armanc. Dixazin ku civaka me bê pêşeng bihêlin, ji bo wê ye kû di vê rêyê de hevalê Zerdeşt, Mam Zekî û herî dawî jî Hevalê Seîd kirin armanc. Li bermberî tevahî plan û êrişên dagirkeriyê yên li ser vîn û bawerî ya me, hertim dayikên em bûne xwedî seknek bi hêz li bermberî dijmin. Li Şengalê tişta li beramberî êrişan bilind dibe dengê qêrinên dayikên me ne, dengê dirûşmên wan yên ji bo serkeftinê ye û ya hêz û taqetê dide me biryardariya dayikên me ne.”
 
'Em ê ji bo mafên xwe têbikoşîn'
 
Endama TAJÊ Zehrê Reşo jî di civînên de bal kişand ser planên li dijî bawerî û daxwazên êzidî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Siyaseta niha tê meşandin heya niha li ser fermandar û pêşengên me tên meşandin. Em di ferqa êrişên dijmin û daxwazên wan de ne. Li Şengalê, başûrê Kurdistanê û derveyî welat tev dixwazin ku me tune bikin. Dixwazin çanda me û baweriya me tune bikin. Ji bo wê bangawaziya min ji tevahiya êzidiyan re heye ku em xwedî li hev derkevin û ji bo mafên xwe em têbikoşin. Xwedî li şehîdên xwe derkevin. Weke jinên Şengalê çiqas em ked bidin em kêm dibînin, em soz didin tevahî şehîdên fermanê û tevahî Şehîdên Şengalê ku em ê xwedî lî berxwedana wan derkevin."
 
Di civîna ku nûnerên hemû şaxên TAJÊ beşdar bûyîn de tevahî xebatên 6 meha yên tevgerê hatin nirxandin. Jinan di nirxandinên xwe de diyar kirin ku her çiqasê pêşengiya pêvajoyê kiribin jî dê ji bo pêşerojê jî bêtir çalakbin.