Li Mexmûrê koma 128'an greva birçîbûnê dewr girt

  • 10:48 28 Tebax 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro bi tevlîbuna girseya gel koma 128’an greva birçîbûnê dewir girt. Çalakî 254 roj in didome. 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya ku 254 roj in berdewam dike îro bi tevlîbûna girseya gel koma 128’an çalakî dewir girt. Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.
 
Li ser navê koma 127’emîn Ruheyîv Efrîn di serî de xêrhatina gel kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Tê zanîn ku li wargeha me nêzî 8 meh in ku çalakiya greva birçîbûnê tê meşandin, banga me ji bo cîhanê ew e ku êdî bila li hemberî tecrîta li Îmralî bêdeng ne mînin. Li ber çavê hemû cîhanê bi hevkariya hemû dewletên hegemon her çar parçeyên Kurdistanê êrişên hovane tên pêkanîn. Li Bakur qirkirin, tecawiz, qirkirina çandî, êrişên piskolojî û binçavkirin, li Başûr dagirkirin û qirkirina xwezayê, li Rojava êrişên hewayî û li Şengal bombekirina nexweşxanê. Ev êriş ne êrişên ji rêzê ne, êrişên li ser tunekirina gelekî ne.
 
Li tu deverên cîhanê tu caran nexweşxane û saziyên civakî nehatine hedef girtin ev sûcekî şer e. Li hember gerîllayên me çekên kîmyewî tên bi karanîn. Gelo ew dewlet û saziyên xwe weke parêzvanên edalet û mafên mirovan dibînin li kuderê ne? Ji bo wê li hember hemû êriş û çewisandinan dem dema xwe rêxistinkirin û yekitiya Gelê Kurd e. Encax em dikarin bi yekbûna hêzê ji van hemû êrişan re bibin bersivek mezin."
 
Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana  zîndana" bi dawî bû.