Jinên Amedê: Bi xwedîderketina li ziman dê êriş rawestin

  • 09:01 28 Tebax 2021
  • Rojane
Sema Çaglak - Gulîstan Azak
 
AMED - Êrişên li hemberî zimanê kurdî ji hêla jinên Amedî ve hat şermezarkirin. Jinan, da zanîn ku li dijî êrişên bi vî rengî tişta herî girîng xwedîderketina li ziman û avakirina yekitiyê ye. 
 
Êrîş û bêtehamûliya li ser zimanê kurdî ji damezrandina Komara Tirkiyeyê heta niha berdewam dike. Di her serdeman de li hemberî zimanê kurdî polîtîkayên cur bi cur hatin meşandin. Ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê kurd gelek caran bi êrişên nîjadî re jî rûbirû man. Li rojavayê Tirkiyeyê gelek kurd ji ber axaftina bi kurdû ji mirinê rizgar bûn û her wiha hatin qetilkirin. Bêtehamûliya li hemberî ziman di bernameyên televîzyonan de jî xwe dide der. Nêzîkatiya pêşkeşvan Dîdem Arslan ji hêla welatiyan ve hat şermezarkirin. Derbarê mijarê de jinên ku li Amedê dijîn nêrînên xwe ji ajansa me re gotin.
 
‘Darizandina zimanê kurdî ne mafê we ye’
 
Xwendevan Sema Budak destnîşan kir ku tu hedê kesê nîne ku zimanê kurdî bidarizînin û wiha pêdê çû: “Ew nêzîkatî û êrîşên li ser zimanê bi tu hawayî nayê qebûl kirin û em şermezar dikin. Bi xwe bi zimanên din diaxivin lê tahamûla wan ji zimanê kurdî re tune. Em kurd in û zimanê me kurdî ye. Helbet em ê bi zimanê xwe biaxivin. Lê belê hin kesên bê zîhnîyet derdikevin li ser zimanê kurdî darizandinan dikin. Ew jî zora meriv diçe. Lê divê li hemberê wan êrîş û zextên li ser ziman, kurd zêdetir xwedî li zimanê xwe derkevin û bi zimanê xwe biaxivin. Em nêzikatiya pêşkeşvanek wisa qebûl nakin. Ew çawa dikarin bi zimanê xwe biaxivin em jî dixwazin bi awayekî azad bi zimanê xwe biaxivin.”
 
‘Gava min dît ez gelek bi hêrs bûm’
 
Xwendevan Dîcle Daşkesen: Divê her kes bi awayekî azad bi zimanê xwe biaxive. Nêzikatiyeke gelek şaş e. Di vê sedsalê de bê tahamûliya li dijî zimanê kurdî nayê qebûl kirin. Gava min dît ez gelek bi hêrs bûm. Dixwazin bi zimanê kurdî xwe pênase bikin. Ew jî mafekê rewa ye. Îradeya hemû kesan divê azad be.
 
‘Ne tenê îro, hertim li ser zimanê me êrîş hebûn’
 
Jîndar Ozyilmaz: Ev tiştekê pir nexweş e. Kurd li her dere bi zimanê wan diaxivin lê kurd nikarin bi zimanê xwe biaxifin. Zimanê me xwedî dîrokek kevnar e. Ne tenê îro, hertim li ser zimanê me êrîş hebûn. Lê heya ku em hebin em ê bi zimanê xwe biaxivin. Heke me ji qanal û televîzyonên xwe ji bo zimanê red dikin, divê gelê me jî li gorî wê helwestê nîşan bide. 
 
‘Em ê zêdetir bi zimanê xwe biaxivin’
 
Bahar Yemez: Heke dibêjin Komara Tirkiyeyê wê demê çima zimanê îngîlîzî, erebî an jî zimanên din hene? Qey gava mijar dibe zimanê kurdî dibe komar? Em jî vê helwestê qebûl nakin. Jixwe em ne biyaniya wan bûyeran e. Her tim me veder kirin û xwestin em ji zimanê xwe dûr bikevin. Lê belê em ê zêdetir bi zimanê xwe biaxivin.
 
'Li dijî êrişan yekitî hewceye'
 
Esnaf Mahabad Onat: Nêzîkatiya pêşkêşvan a li hemberê zimanê kurdî ne ji rêze ye. Mixabin di şert û mercên Tirkiyeyê de pêşiya êrîşên nijadî û zextan nayê girtin. Divê em li hemberê wan yekitiya xwe pêk bînin û xwedî li zimanê xwe derkevin.
 
‘Divê hemû kes bikaribe bi zimanê xwe biaxive’
 
Aysel Yalap: Heke mirov di her zimanê de bikaribe bi azad biaxive çima di kurdî de nikare bi azad biaxive. Ez wek tirkekê êrîşên li ser zimanê kurdî şaş dibînim. Divê hemû kes bi zimanê xwe biaxive. Êrîşên wisa wê di demên pêş de pevçûn û şer derxîne. Divê em ji paşerojê ders derxînin û her kes xwe bi awayekî azad pênase bike.
 
'Li cîhanê mînakek wisa nîne'
 
Elîf Alca: Nenasî ne tenê di nav civakê de heye. Me dît ku di kesên xwe pêş dibînin de jî cahil in. Em di vê sedsala 21’yemîn de ji ber axaftina bi kurdî bi êrişan re rûbirû dimînin. Li tu derê cîhanê de mînakek wisa di pêşkêşvaniyê de tune ye. Tenê li cem tirkan tiştek wisa heye û li hemberê zimanê kurdî bêtehemmûl in. Êdî mirov nizane çî bêje. 
 
'Em bi zimanê xwe hene'
 
Perîhan Altintaş: Kurd ji ber ku mafên wan tên binpêkirin, rastî her cûreyê êrîşan tên. Divê kurd li hemberê wan êrişan bi zimanê xwe biaxife û yekitiya xwe avabike. Em bi zimanê xwe hene."