Hevseroka HDP'ê ya girtî hat sirgûnkirin
- 15:44 27 Tebax 2021
- Rojane
MÛŞ - Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Belma Nêrgiz a girtî, sirgûnî Girtîgeha Bunyan a Qeyseriyê hat kirin.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Belma Nêrgiz a li Mûşê hatibû binçavkirin û di 13’ê Tebaxê de hatibû girtin. Nêrgiz piştî hat girtin şandibûn Girtîgeha Mûşê û ji wê jî sîrgûnî Girtîgeha Bunyan a Qeyseriyê hat kirin.