Leşkeran gundî tehdît kirin: Em ê we gulebaran bikin

  • 14:24 27 Tebax 2021
  • Rojane
 
AMED - Li gundê Hewrê yê Karazê leşkeran bi ser gun de girt û 5 jê jin 8 kes binçav kirin. Hat diyarkirin ku di dema serdegitinê de leşkeran şêniyên gund bi gotina, "Teslîm bibin an na em ê we gulebaran bikin" tehdît kirine.
 
Li gundê Hewrê yê Girêdayî Karaza Amedê di 25'ê  Tebaxê de di saetên şevê de bi ser du malan de girtin û hat diyarkirin ku leşkerên bi ser malan de girtine bi gotina, "Teslîm bibin an na em ê we gulebaran bikin" şêniyên gund tehîdt kirine. Herwiha hat ragihandin ku lêgerîna li malan herî kêm 3 saet û nîvan berdewam kiriye û di encamê de Salîha Narîn, Rojda Narîn û 3 jinên ku navê wan nehat zanîn û Ubeydullah Narîn, Veysî Narîn û mêrekî ku navê wî nehat zanîn binçav kirine.
 
Hat ragihandin ku 8 kesên hatine binçavkirin îşkence li wan hatiye kirin, hatine tehdîtkirin û hat diyarkirin ku di dema serdegitinê de du zarokên Rojdayê yên temenê wan di navbera 8 û13'an de jî lê wê bûne.