172 roj in çalakiya Malbata Şenyaşar didome
- 14:01 27 Tebax 2021
- Rojane
RIHA - 172 roj in Malbata Şenyaşar li edaletê digere. Malbatê îro ev peyam da: "Bila edalet were û zilm bi dawî bibe.”
Malbata Şenyaşar 172 roj in li ber Edliyeya Rihayê çalakiya “Nobeta Edaletê” li dar dixin. Malbat îro jî hat ber avahiya edliyê û derbasî cihê çalakiya xwe ya her roj bû û dest bi nobetê kir.
Malbatê dovîz û pankartan vekirin û daxwazên xwe anîn ziman. Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê Wezareta Dadê, Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul û Serokkomariyê etîket kir û wiha got: “Ji bo maf, hiqûq û edaletê li Qesra Edaletê ya Rihayê têkoşîna me ya edaletê di bin zilmê de didome. Bila edalet were û zilm bi dawî bibe.”