ÎHD, OHD, MTO û SES: Daxwazên girtiyan bi cih bînin

  • 16:15 26 Tebax 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Derbarê çalakiya greva birçîbûnê de, ÎHD, OHD, MTO û SES daxuyaniyek dan û bal kişandin ser binpêkirina mafên girtiyan û gotin: "Em bang li her kesî dikin ku bi hestiyarî û berpirsiyarî tevbigerin." 
 
Endamên Odeya Bijîşkên Mêrdînê (MTO), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tendurîstî û Civakî (SES) û Komeleya Hiqûqnaên Ji Bo Azadiyê (OHD), derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan dewam dike de, daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê hat lidarxist.
  
Helîme bal kişand li ser çalekiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan hatine destpêkirin û wiha got: “Çalekiyên ku di 27’ê Mijdara 2020’an de hatine destpêkirin di roja xwe ya 273’yan de berdewam dike. Her roja ku diçe gumanên me yên di derbarê wan de ji zêde dibe. Girtiyên siyasî her ku diçe di aliyê tendirustiya xwe de pirsgirêkan ji jiyan dikin. Çalekiyên ku dorveger 5 rojan berdewam dikirin  ji 14’ê Tîrmehê ve kirine 15 roj. Ev jî gumanên me mezintir kir. Em ji vê ji famdikin ku rayedar di aliê çareseriyêde tu gavan navêjin.”
 
‘Ewlehî nayê girtin’
 
Helîme diyar ki ku şewba koronoyê ya ku cîhanê xistiye di bin bandora xwe de herî zêde ji girtiyan bandor dike. Helîme da zanîn ku ew weke ÎHD  serdana girtiyên ku bi şewbê ketine kirine û gihêştine van encaman: “Di hevdîtinên ku me girtiyan re kirine û li gorî bersivên ku dane me, em gihêştin wê encamê ku binpêkirinên mafan yên girtîgehan di asta herî jor de ye. Di heman demê de ji bo çi çalekî hatine destpêkirin jî me di hevdîtinên xwe de nîqaş kir. Bi taybet tecrîda ku li Îmraliyê hatiye destpêkirin li hemû girtîgehan tê pêkanîn. Girtiyên siyasî jî ji bo parastina mafê xwe di çalekiyê de ne. Di van çalakiyane de jî li cihê ku tecrîd were şkandin girtiyên siyasî bêhtir rastî binpêkirinên mafan tên. Pêdiviyên wan nayê pêşwazî kirin. Girtî bi defetên xwe pêwîstiyên xwe ji kantînê pêşwazî dikin. Tê zanîn bi çalekiyan re tendirustiya girtiyan ji di metirsiyê de ye, rexmê vê û şewba koronoyê ji di aliyê paqijî û tibî de jî ewlehî nayên girtin.”
 
‘Em bang li rayedaran dikin’
 
Helîme herî dawî wiha bang li rayedaran kir: “Em weke parêzer, hiqûqnas û parastvanên mafên mirovan bi lezgînî anga şkandina tecrîdê dikin. Pêwîste xwesteka girtiyan werin cih û mafên wan werin pêkanîn. Em weke Komeleya Mafê Mirovan ya Mêrdînê, Komeleya ji bo Azadiyê ya  Hiquqnasan, Odeya Bijîşkan ya Mêrdînê û Sendîkaya Kedkarên Tendirustiyê em carek din bang li rayedaran dikin. Divê daxwazên me û agahiyên me bi raya giştî re parvekiriye esas werin girtin û tişta pêwîst were kirin.”
 
‘Pêwîste gavek girîng were avêtin’
 
Piştî daxuyaniya endamê Komeleya Hiqûqnaên Ji Bo Azadiyê (OHD) Azad Bayram da zanîn ku divê demildest tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin.
 
Malbata girtiyên siyasî Bedi Yilmaz ji di daxuyaniyê de mafê axaftinê girt û wiha axivî: "Daxwaza me ji îqtidar û hemû partiyên siyasî heye ku di vê mijarê de bi hestiyar bin û eleqeder bin. Malbaten girtiyan di nav fikaran de dijîn. Ji ber li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibe. Komara Tirkiyeyê qanûnên xwe jî naxe meriyetê. Pêwîste demek kurt de qanûn bikevin meriyetê û mexduriyeta heyî ji holê bê rakirin."