Nobeta Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 171'ê de ye

  • 12:44 26 Tebax 2021
  • Rojane
 
RIHA - "Nobeta Edaletê" ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 171'ê de ye. Parêzerê wan Serhat Kurt ji ber Edliyeya Rihayê banga hestiyariyê kir û got ku bila her kes piştgiriyê bide çalakiya malbatê ku wê di rojên pêş de li Enqereyê berdewam bikin.
 
Malbata Şenyaşar (Emîne û Ferît Şenyaşar) ku sê ferdên malbata xwe di êrişa AKP’iyan de winda kirin, di roja 171’emîn de “Nobeta Edaletê” li ber avahiya Edliyeya Rihayê berdewam kirin. Malbatê îro jî bi vekirina dowîzan daxwaza xwe ya edaletê dubare kir. 
 
Parêzerê malbatê Serhat Kurt li gel malbatê nobet girt û axivî. Serhat anî ziman ku 171 roj in lSerdozgerê Komarê yê Rihayê naxwaze bi malbatê re hevdîtnê bike. Serhat diyar kir ku Emîne û Ferît Şenyaşar di 24’ê tebaxê de ji bo bi dozger re hevdîtinê bikin 10 saet li avahiyê sekinîne û lê daxwaza malbatê ya hevdîtinê bi hincetên ji rêzê hat redkirin. Serhat got sê sal in daxwaza malbatê ya bila kujer werin darizandin nayê pejirandin. Serhat destnîşan kir ku di rojên pêşiya me de wê malbat çalakiya xwe ya "edaletê" veguhezîne Enqereyê û xwest wexta çalakî li Enqereyê hat destpêkirin her kes xwedî li malbatê derkeve û piştevaniyê bide. 
 
‘Wê ev zilm bi dawî bibe’ 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê jî hesabên Wezareta Dadê, Desteya Giştî ya Meclîsê û CHP’ê etîket kir û wiha got: “Niyeta we ya nebaş û berjewendiyê we yên siyasî malbatek tune kirin. We mala dayikê veguhezandiye ser pêyarêya li ber edliyê. Dozger jî we ewilî wîjdana xwe avêt û paşê jî we cube li xwe kir. Helbet wê ev zilm bi dawî bibe.”