Baroyê Derbarê Dîdem Arslan de serlêdana sûc kir

  • 10:49 26 Tebax 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Baroya Mêrdînê derbarê Dîdem Arslana a ku têkildarî zimanê Kurdî bêrêzî kir de serlêdana sûc kir. Baroyê di heman demê de li RTUK’ê jî giliyê SHOW TV jî kir.
 
Pêşkêşvana Televîzyona SHOW Tv Dîdem Arslan di bernameya xwe de ji bo Jina ku kurdî axivî gotibû: “Bi Tirkî biaxive, rast biaxive û vir Komera Turkiyê ye.” Baroya Mêrdînê derbarê gotinên Dîdem Arslan ên derbarê Kurdan û zimanê Kurdî de serlêdana sûc kir û di heman demê de Baroyê di heman demê de giliyê SHOW TV jî li RTUK’ê kir.