Arzu Yilmaz: DYA ji îro şûnde li Rojhilata Navîn ne aktorê serekeye

  • 09:03 26 Tebax 2021
  • Rojane
 
Habîbe Eren
 
STENBOL - Zanista siyasetê Arzu Yilmaz da zanîn ku ji vir şûnde DYA li Rojhilata Navîn nikare bibe aktorê sereke û DYA bi vekîşan ji Afganîstanê bombeya li ber teqandinê ye daniye Asya Navîn. Arzuyê da zanîn ku di deklema nû ya avabûye de parastina sînor esas hatiye girtin û Îran û Tirkiye Kurdistana li çar parçe hatiye veqetandin wê vê carê di navxwe de li parçeyan belav bike.
 
Piştî DYA ji Afganîstanê vekişiya 20 sal şûnde Talîban welat desteser kir. Serokomar Eşref Ganî welat terk ir û bi hezarna kes ji welat reviyan. Ev geşedan wek destpêka pêvajoyek nû tê nirxandin û ev navbereke şerê vesayeta bi salan e li Rojhilata Navîn didome ye. Tevî vê daxuyaniyên Talîban yên wekê ‘em ê ne bi demokrasiyê bi şerîatê bi rêve bibin wê oldar biryara cilên jinan bidin, jinên dixebitin bila demekê li mal bin’ wê rojên pêş de pirsgirêk û berxwedana jinê derxe pêş. Zanista siyasetê ya ji Zanîngeha Hamburg Arzu Yilmaz derbarê geşedanên li Afganîstan û bandora wê ya li Rojhilata Navîn de axivî.
 
Arzuyê da zanîn ku li pişt vê vekişînê pêvajoyek 10 salan heye û wisa demildest nebûye û got: “Amerîka di navxwe de westandinekê û pirsgirêka kapasîteyê dijî. Dema mirov dinêrin dawî li Dema Pax Amerîcana (Aştiya Amerîka) tê. Hîna ev dewr nehatiye girtin. Lê em şahidiya pêvajoyeke girtina vê dewrê dikin.” 
 
Arzuyê balkişand ser hikûmeta Afganîstanê ku artêşek wê ya 300 hezarî heye û  da zanîn ku ew analîzên ku hêzên leşkerî li ser hejmar an jî çekan tînin hember hev pir zelal nabîne û wiha pê de çû: “Di vir de tiştekî hatiye piştguhkirin heye; Tişta ewil eve; îstîskrar an jî pergal ne tiştekî ku bi destê artêşê pêk bê ye. Ger ev wisabûna wê dîroka cîhanê pir cudabûna. Aliyê din jî, tişta têre artêş tê gotin, tenê bi hejmara leşker û çekan nikare bê vegotin. Artêş navendên herî girîng yên endoktrînasyonê ne. Yanî li ser dîsîplîn, hiyerarşî û baweriyê xwe rêxistin dikin.” 
 
‘Li hemû cîhanê dîzaynek nû ava dibe’
 
Arzuyê destnîşan kir ku ne tenê li Rojhilata Navîn li hemû cîhanê dîzayenek nû ava dibe û got: “Girêdayê rekabeta hêza nû ya li cîhanê, li Rojhilata Navîn lêgerînek hêzê ya nû heye. Di vê lêgerînê de gelek nezelalî hene lê ya zelal eve; Piştî 1950’an şûnde di pergala Pax Amerîkana de di demeke ku Amerîka aktorê serekebû de, ji vir şûnde wê ne wisa be. Gelo wê çi bê cihê wê?Rusya wek hêza leşkerî tevlî denklema Rojhilata Navîn bûye. Çîn di alî aborî de tevlî bûye.Bêguman ji ber sedemên erdnîgarîne lê bêguman sedemên dîrokî yên pişt perdê hene.Em dikarin bêjin ji Amerîkayê wêdetir wê Ewropa di vê denklemê de rola aktîf bilîze.Niha di alî herêmî de denklemek nû ava dibe.”
 
‘Şengal xwedî cihekî girînge’
 
Arzuyê der barê êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê li hember Şengalê pêk anî de jî ev tişt vegot: “Divê tabloyê de pzîsyonek krîtîk ya wisa heye; Piştî 2010’an şûnde Sûriyeyê ji sînorê Iraqê 200 km kontrol dikir. Di heman demê de di vê pêvajoya ku her parçeyek Kurdistanê di navxwe de ketiye pêvajoyek parçebûnê de, divê neyê bîrkirin ku Şengal xwedî cîhekî jeostratejîk a ku Rojava û Başûr bi hev ve girêdide an jî qut dike. Şengal wek qada ku berfirehbûna Îran û Tirkiyeyê sînor dike, dertê pêş me. Hêza leşkerî ya li Şengalê komên mîlîst yên Şîî yên ku Îran piştgiriyê didinê. Tirkiye demek dirêje dixwaze li hember Şengale operasyone bejayî bike, lê bi operasyonên hewayî sînor dike.”
 
Arzuyê balkişand ser têkiliyên dîplomatîk yên Çîn û Rûsyayê ya bi Talîban re û wiha pê de çû: “Li Rûsyayê ola duyem a zêde îslame. Piştî êrîşên 11’ê îlonê îslamofobî wek tehîd hat dîtin û di vê çarçoveyê de hat axaftin. Îdeolojiya îslamofobiyê ji aliyê Rûsyayê ve jî wek tehdîdek cidî tê dîtin. Çîn projeya xwe ya Kuçak û Rê li ser polîtîkayeke ku ji ser erdnîgariyeke piranî nifûsa wê muslimane dide meşandin. 
 
‘Bombe danî Asya Navîn’
 
Arzuyê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di encamê de DYA’yê bombeyeke ku pîma wê hatiye kişandin û li bendê teqandinê ye daniye Asya Navîn û ji ber ku nifûsa muslimanan a vê erdnîgariyê ji sedî 50 ye. Arzuyê ev tişt bi lêv kir: “Em ê bibînin ku Talîban bandora moralê çawa li Asya Navîn dike û komên îslamî radîkal çawa li ser Talîban dorpêç dike. Lê di her rewşê de mijara îslama radîkal ji rojava zêdetir li Asya Navîn bê dîtin. Cihê Îranê jî di hevgensiya hêzê de girîng e. Lê li Îranê guherîna rejîmê, ji hedefa Rojava derketiye. Li şûna vê guherîna rejîmê esas digirin. Lê tevî vê pêşî li Îranê nehat girtin ku kapasîteya xwe ya li Rojhilata Navîn berfireh neke.”
 
Arzuyê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser rewşa jinên Afgan ya di vê pêvajoyê de û daxuyakirin ku hêviya wê tune ku destkeftiyên jinên wir bê parastin û wiha dirêjî dayê: “Bêguman jinên Afgan, potansiyela ku têkoşîna jinên şoreşa Rojava meşandine, dihewînin.