ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2021'Ê

  • 09:00 26 Tebax 2021
  • Rojev
 
*Esnafên jin ên Botanê ku bertek nîşanê krîza aborî dan, wiha gotin: “Sedema krîzê Erdogan bixwe ye. Ji ber şerê ku daye destpêkirin ev krîz kurtir bûye.  Vê krîzê jî herî zêde bandor li me jinan kir.” DÎMEN HEYE
 
*Xwendekara zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku 600 roj e agahî jê nayê girtin. Parêzerê wê Alî Çîmen got piştî feshkirina Peymana Stenbolê lêpirsîn hatiye sekinandin. Ji Komeleya Jinan a Rosa Elîf Tîrenç Ulaş jî got ji ber lêpirsînek bi bandor nehat kirin û windabûna wê wek întîxar hat nîşandan, Gulîsan nayê dîtin.
 
*Zanista siyasetê Arzu Yilmaz da zanîn ku ji vir şûnde DYA li Rojhilata Navîn nikare bibe aktorê sereke û DYA bi vekîşan ji Afganîstanê bombeya li ber teqandinê ye daniye Asya Navîn. Arzuyê da zanîn ku di deklema nû ya avabûye de parastina sînor esas hatiye girtin û Îran û Tirkiye Kurdistana li çar parçe hatiye veqetandin wê vê carê di navxwe de li parçeyan belav bike. BI DÎMEN