Melek Çetînkaya çû serdana Emîne Şenyaşar

  • 16:08 25 Tebax 2021
  • Rojane
 
RIHA - Melek Çetînkaya ya serdana Emîne Şenyaşar kir, bang li dadger û dozgeran kir û got: “Êdî bes e, ger hûnê edaletê pêk bînin, pêk bînin.” 
 
Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê didome. Serdanên piştevaniyê yên Malbata Şenyaşar jî berdewam dikin. Melek Çetînkaya a ji bo kurê xwe yê li Dibistana Herbê ya Hewa ya Eskerî xwendekar bû hat girtin û cezayê muebbetê jê re hatibû dayîn, edaletê dixwaze serdana malbata Şenyaşar kir. Dayik Emîne Şenyaşar, Melek Çetînkaya bi dowiza “Em edaletê dixwazin” pêşwazî kir. 
 
'Edaletê pêk bînin'
 
Melek ya di serdanê de axivî, wiha got: “Ez weke dayikekê fêm dikim ku Emîne Şenyaşar çi hîs dike lê nikarim bînim ziman. Ez tenê êşa kurê xwe yê li girtîgehê dizanim. Dayika Emîne hem kurê wê di girtîgehê de ye hem jî du kur û hevjînê xwe winda kir. Nedîtina edaletê ya wan nayê qebûlkirin. Em dixwazin di demekî nêzîk de edalet pêk were. Divê evqas zilm li vê dayika pîr neyê kirin. Divê demildest kurê wê yê di girtîgehê de were berdan û kesên komkujî kirin bên cezakirin.”
 
Melek, bang li dadger û dozgeran kir û wiha axivî: “Êdî bes e êdaletê pêk bînin pêk bînin heke pêk neyin bicehnimin herin. Wan cubeyên xwe ji xwe bikin û herin. Êdî nebin hevkarên vê zilmê. Dozger, dadger û kesên rondikan bi dayikekê didin barîn xêrê ji xwe nabînin. Îro nebe jî helbet wê sibê tiştên we dan kişandin hûn jî dê bikişînin. Wê teqez edalet were.”
 
Êşa hevpar
 
Dayik Emîne Şenyaşar, piştî şahidiya xwe ya komkujiya Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê vegot û lorand, Melek Çetînkaya hembêz kir û her du dayikan demekî dirêj rondik barandin. Melek ya demekê bi dayikê re nöbet girt, pişt re ji qadê veqetiya.