Ajansa me cara 33'yan hat astengkirin!

  • 15:51 25 Tebax 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Navnîşana înternetê "jinnews31.xyz" ku ajansa me li ser weşanê dike, bi biryara 4'emîn Dadgeriya Sulh Cezayê ya Amedê hat astengkirin. 
 
Astengî û qedexeyên li hemberî Ajansa me JINNEWS’ê berdewam dikin. Navnîşana înternetê "jinnews31.xyz" ku ajansa me li ser weşanê dike, bi biryara 4'emîn Dadgeriya Sulh Cezayê ya Amedê hat astengkirin. Biryara hat girtin li ser rûpela fermî ya Saziya Teknolojiya Zanîn û Ragihandinê (BTK) jî hat weşandin.
 
Bi vê biryarê re cara 33'yan e ku weşana ajansa me tê astengkirin.
 
Niha em weşana xwe ji ser navnîşana înternetê  jinnews32.xyz berdewam dikin.