Yekemîn parêzer û dadwera kurd Zekiye jiyana xwe ji dest da

  • 15:06 25 Tebax 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekem parêzer û dadgera kurd Zekiye Îsmaîl Heqî li Amerîkayê jiyna xwe ji dest da.
 
Yekem parêzer û dadgera kurd Zekiye Îsmaîl Heqî li Amerîkayê ji ber nexweşiyê jiyna xwe ji dest da. Zekiye di heman demê de yekem jina dadger a Rojhilata Navîne. 
 
Zekiye Îsmaîl Heqî 18’ê Îlona sala 1939’an li Bexda di nava malbatek Kurdên fîlî de hetiye dinê. Sala 1957’an li zanîngeha Bexda beşa hiqûqê temam kir. 9’ê Sibata sala 1959’an jî weke yekem jina dadwer li Iraqê bi dadweriyê dest bi peyîwirê kir. Di sala 1952’an de bû yek ji damêzrênerên Yekitiya Jinên Kurdistanê, heta sala 1975’an sekretera giştî yê Rêxistina Yekitiya Jinên Kurdistanê kiriye. Di nava eznûnên jiyanê û pêşengiya di xebatê de jî tim aliyek wê xwendekarbû û li zanîngehan bi xwendina beşên cuda hewil dida hîn zêdetir xizmetek baş ji gelê xwe re bike. Bi vê mebestê sala 1966’an jî li zanîngeha Siwîsreyê beşa karêgerî qedand, sala 1972’an an li Zanîngeha Bexdayê dîplomeya masteriyê girt û ji Zanîngeha Emerîkayê jî Dîplomeya doktara ya qanûna navneteweyî bi destxist.
 
Zekiye yek ji wan jinên ku sînor derbaz kirî, di qada siyasî û civakî de xebat daye meşadin. Rolek giring bI di têkoşîna jinan a ji bo bidestxistina yeksaniya mafê wan de girt ser milê xwe. Piştî serhildana 1991’an weke dadwer û piştî serhildanê jî weke endama Encûmena Nunerên Iraqê xebet da meşandin.
 
Di navbera salên 1975 û 1996’an de jî ji ber zilm û zordariya rejîma Baasê ji peywirê hat girtin  koçberî welatê Emarîkayê bû .Piştî hilweşîna rejîma Iraqê di sala 2003’an de vedigere Bexda û dibe Şêwirmenda Wezareta dadê. Piştî sala 2003’an ji ber ezmuna wê ya serkeftî ku gelek kar daye meşandin weke rêvebera hikumetê hat hilbijartin.