Li Mexmurê Çalakiya gireva birçîbunê bi biryardarî di dome

  • 13:20 25 Tebax 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, bi koma 126’an di roja xwe ya 251’an de didome. Çalakiya birçîbunê her roj ji aliyê gel ve kom bi kom tê ziyaretkirin. 
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ku 151 rojin berdewam dike her roj kom bi kom ji aliyê gel ve tê ziyaretkirin. 
 
Li ser navê koma gel dayê Wesîle Gabarî axivî dayê Wesîle di destpêka axaftina xwe de çalakiya ciwanan pîroz kir û wiha got: ‘’Hûn şagirtên Rêber Apo ne û hêviya me dayîkan e. Hêvîdarîm ku li ser destê we xeberek xêrê ji me re were û em agahiyek xweş ji Rêbertiya xwe bigirin. Em berxwedana Rêbertî, gerîlla û girtiyên zîndanan pîroz dikîn û serkeftinê ji wan re dixwazîn. Tekoşîna me bi ciwantî dest pê kir û wê bi ciwantî bi ser bikeve.’’
 
Li ser navê koma çalakiyê jî Songul Seven di serî de xêrhatina gel kir û wiha axivî: ‘’Tê zanîn ku em weke Gelê Kurd di pêvajoyek pir hesas û stratejîk re derbas dibîn, her wiha di pêvajoyek mayîn û nemanê re derbas dibîn. Bê guman di vê pêvajoyê de weke ciwan rol û misyona me di astek giring de ye.  Ji ber wê divê em weke ciwanên wargehê li nirx û keda salan xwedî derkevîn. Me jî weke saziya ciwanan xwest vê dewreya çalakiyê bigirin ser milê xwe û erka xwe pêk bînin û bibin parçeyek ji azadiya fizîkî ya Rêberê xwe.’’ 
 
Seredana çalakiyê bi dirûşmên, "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.