ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2021'Ê

  • 09:00 25 Tebax 2021
  • Rojev
 
*Hecî Fincik Bozkurt a 95 salî bi zarok û nebiyên xwe çandiniyê dike. Ji bo malbatê tişta herî girîng keda ku li ser axa xwe tê dayîn e. Hecî Fincik, da zanîn ku jin şev û roj dixebitin û got: “Îro em dibînin ku keda jinê weke karê sivik tê dîtin. Divê gotina jinê û cihê jinê ya di nava civakê de li erdê neyê xistin.” BI DÎMEN 
 
*Yekemîn navenda hilberînê ya jinê ya Kocaeliyê KARKAD, bi zanîna ji kokên jinê û bi hilberîna jinan xwe xwe dide jiyîn. Seroka komeleyê Ece Çîftçî, diyar kir ku jin bi hilberîna xwe hene. DÎMEN HEYE