Saadet Akin derbarê binpêkirinên mafan li girtîgehê de agahî da

  • 15:47 24 Tebax 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Sadest Akin a ku derbarê binpêkirinên mafan li Girtîgeha Sîncanê de agahî da got, "Dixwazin bi hincetan girtiyan sûcdar bikin û înfazên wan bişewitînin. Rêveberiyên girtîgehan ku ji bo 15'ê Tebaxê ketin tevgerê greva birçîbûnê ya ku 271roj e didome ji nedîtî ve tên."
 
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê girtî, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li hemû girtîgehan belav bûye, 271 roj e di çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger de ne. Lê binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan jî berdewam dikin.
 
Di rojên borî de Hevseroka Berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat  Tuncel ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye, diyar kiribû ku piştî êrîşên nijadperest bi ser qawîşa wan de girtine û hejmartin kirine. Sebahatê diyar kiribû ku ji ber êrîş qebûl nekirin tundî li wan hatiye kriin. Herçend ku mijar ketibû rojeva meclisê jî binpêkirinên mafan ên li heman girtîgehê  berdewam dikin. Saadet Akin a ku ji 2015'an de  girtî ye binpêkirinên mafan ên li hemberî wan ku tên kirin bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihandin. 
 
'Aktîvîteyên civakî ji holê hatin rakirin'
 
Saadest diyar kir ku hemû aktîvîteyên civakî yên girtiya hatine sekirinandin û berdewam kir, " Li gorî wan li girtîgehê gerandina govendê jî sûc e. Bi hinceta pandemiyê hemû mafên me ji dest me girtine. Me dernaxin sporê, nahêlin ku em ji odeyekê derbasî yeke din bibin û destûrê nadin ku em bên gel hev bi hev re sohbetê bikin. Hemû aktîvîteyên me yên civakî ji dest me hatine girtin."
 
'Li dijî binpêkirinên mafan bêdeng nemînin'
 
Sadetê bi rêya telefonên ji malbata xwe re ragihand ku rêveberiya girtîgehê dest bi pêkanîneke nû kiriye û berdewam kir, " Heta roja îro hem axaftinên me yên bi telefonê û hem jî yên me yên di hevdîtina girtî de dihatin guhdarîkirin. Lê niha jî bi derxistina pakêta nû ya darazê re hemû axaftinên ku em dikin qeyd dikin. Me ji rêveberiya girtîgehê re ragihand ku em vê pêkanînê qebûl nekirin. Lê ev bi tenê bi têkoşîna me pêk nayê divê sazî, malabt û gel jî piştgiriyê bide. Bi van pêkanînan dixwazin ku girtiyan sucdar bikin û înfaza wan bişewitînin. Em banga hestiyariyê dikin."