Endama meclisa şaredariyê Medya Hezar bangî îfadê kirin

  • 14:44 24 Tebax 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Endama Meclisa Şaredariya HDP'ê ya Hezexê Medya Hezar a ku ji peywirê hatiye dûrxistin ji ber paravekirineke li ser medyaya civakî bagî îfadê kirin.
 
Endama Meclisa Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a navçeya Hezexa Şirnexê Medya Hezar ku ji peywirê hatiye dûrxsitin, bangî îfadê kirin. Medya, bi îdiaya di 30’ê Hezîrana 2021’ê de li ser medya civakî parvekirin kiriye çû li Midûriyeta Polîsan a Hezexê îfade da.