Li Rihayê Melek Başkale hat binçavkirin

  • 14:21 24 Tebax 2021
  • Rojane
 
RIHA - Li navçeya Eyubiye di serdegirtinên malan ku hatin kirin de Melek Başkale hat binçavkirin. 
 
Li navçeya Eyubiye ya Rihayê di encama serdegirtinên malan ên serê sibehê de Melek Başkale hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku Melekê birin muduriyeta polîsan a Rihayê. Sedema binçavkirina melekê nehat zanîn û li gorî agahiyên ku ji parêzeran hatin  girtin hat diyarkirin ku biryara veşartinê danîne ser dosayê. 
 
Malbata Melekê diyar kir ku ev çend rojin çend kesên ku di fikirin polîsin mala wan şopandine û derbarê ku kî li malê dimîne de lêpirsîn kirine.