Emîne û Ferît Şenyaşar li Edliyê ne

  • 12:28 24 Tebax 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ku çalakiya wan a Nobeta "edaletê" di roja 169'an de berdewam dike banga, "Werin em vê bê edaletiyê bi hev re ji holê rakirin. Ji ber ku edalet ji her kesî re lazim e."
 
Malbata Şenyaşar îro careke din bi daxwaza ku bi Serdozgerê Komarê yê Rihayê re hevdîtinê bike, ket avahiya edliyeyê. Ji daxwaza hevdîtinê ya malbatê re hêj tu bersiv nehatine dayîn, li bendemayîna Emîne Şenyaşar û kurê wê ya hevdîtina bi dozger re, di avahiyê de didome. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê bi wêneyê dayika Emîne Şenyaşar ê li pêş avahiya edliyeyê hatiye kişandin re ev peyam parve kir: “Ez dayikeke dil şewat im. Kurê min bi awayekî bêhiqûqî 3 sal in di hucreyeke yek kesî de tê girtin. Ez naxwazim li malê rûnim û di bin zilmê de bijîm. Werin em bêedaletiyê bi hev re ji holê rakin. Ji ber ku edalet ji her kesê re lazim e.”