ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2021'Ê

  • 09:00 24 Tebax 2021
  • Rojev
 
* Siyasetmedarên jin ên Amedê diyar kirin ku li Efganîstanê li hemberê jinan trajediyek mezin heye. Fîlîz Buluttekîn da zanîn ku her cûreyên êrişê yên li hemberî jinê polîtîk e. Seroka CHP'ê ya Amedê Gonul Ozel jî diyar kir ku li hemberî êrişan divê jin bibin yek û rabin ser piyan. BI DÎMEN 
 
* Endama Meclîsa DBP’ê Zeynep Uren, diyar kir ku niha li Rojhilata Navîn trajediyek heye û got: "AKP-MHP, êdî nikare bi derewan siyasetê bike. Çawa ku Talîban li Efganîstanê bi şerîatê tevdigere îktîdar jî ber bi şeriâtê ve diçe. Ji bo gelên li Tirkiyeyê ew tişt xetereyeke mezin e. Divê jin û gelên li Tirkiyeyê dijîn li hemberê polîtîkayên AKP-MHP’ê xwe biparêzin.” BI DÎMEN 
 
* Şêwirmenda Hiqûqî ya CÎSST’ê Esra Erîn, got di meha çile de piştî rêziknameyek ketiye meriyetê şûnde rayeyên berfireh dane rêveberiyên girtîgehan û  got der barê girtiyên di greva birçîbûnê de bi hincetên eletewş biryar tên dayîn û her wiha pêşî li tahliyeya wan tê girtin. BI DÎMEN 
 
*Rojnamegera Afgan Ayes Tanzeem da zanîn ku mirov bi tirs dijîn û wiha got: “Me jinên ji bo maf têdikoşiyan dîtin. Her kes bi fikare û ditirse. Ji ber vê jî xwe vedişêrin.” DÎMEN HEYE