Rapora 6 mehan a ÎHD’ê: 54 kes di binçavan de bi îşkenceyê re rûbirû mane

  • 16:42 23 Tebax 2021
  • Rojane
 
AMED - ÎHD’a Amedê rapora binpêkirina mafê mirovan a 6 mehan aşkere kir û got: "922 kes hatine binçavkirin û ji van 161 kes hatine girtin. Herî kêm 42 kes di binçavan de, 54 kes li derveyî cihên binçavkirinê û 50 girtî jî li girtîgehan bi îşkence û muameleya xerab re rûbirû mane."
 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê “Rapora Binpêkirinên Mafê Mirovan a 6 Mehên Salê ya Herêma Rojhilat û Başûrêrojhilatê Anatoliyê” li avahiya xwe eşkere kir. Rêveberên ÎHD’ê di civînê de amade bûn. Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê Rahşan Bataray Saman raporê eşkere kir. 
 
Rahşan, destnîşan kir ku di 6 mehên ewil ên sala 2021’an de binpêkirinên mafê mirovan bi awayek sîstematîk zêde bûne û di encama polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka kurd de li bajarên herêmê tabloyek binpêkirina ya xeternak derketiye holê. Rahşan anî ziman ku şer berdewam dike û got: “Di pêvajoyek wiha de her cûre muameleya xerab jî didome. Îşkence, muameleya xerab, zextên li ser azadiya îfade û xwerêxistinkirinê, binpêkirinên li zindanan, greva birçîbûnê, operasyonên leşkerî û binpêkirinên ji ber qedexayan rû didin, tundiya li ser jinan derketine pêş. Sernavên herî girîng ên binpêkirinê ne. Di van mijaran de jî gelek zêdebûn çêbûye.” 
 
Rahşan, da zanîn ku zextên li ser aliyên muxalîf zêde bûne û li dijî siyasetmedarên kurd û HDP’ê zextên giran berdewam dikin. Rahşan ji ber van zextan û sepanên qeyûman jî gelek mafên mirovan tên binpêkirin. Rahşan, destnîşan kir ku sedema zêdebûna van sûcên kirin ew e ku “polîtîkaya bêceza hiştinê” ye û sûcên giran ên bi destên dewletê pêk tên di demên dawî de zêde bûne û dibe sedema binpêkirinên mafê mirovan. 
 
Rahşan binpêkirinên di 6 mehên salê de li bajarên bakurê Kurdistanê pêk hatine wiha rêz kir: “Di şerên 6 mehên salê de li herêma me qewimî ne 29 polîs û leşker jiyana xwe ji dest dane. 17 polîs û leşker birîndar bûne. 129 endamên rêxistinê jiyana xwe ji dest dane. Herî kêm 2 endamên rêxistinê jî birîndar bûne. Di operasyona bi ser Garê de jî 12 leşker û polîs ku ji aliyê PKK’ê ve hatibûn desteserkirin û welatiyek ji Iraqê ji jiyana xwe ji dest da.” 
 
Rahşan, bal kişand ser tecrîdkirina girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku parêzerên Ocalan ji 7’ê tebaxa 2019’an ve nikarin bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin û hevdîtina parêzer û malbatan berdewam dike. Rahşan, diyar kir ku li girtîgehan ji bo tecrîd bi dawî bibe 270 roj in di greva birçîbûnê de ne û tecrîda li girtîgehan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li dijî qanûnên navnetewî û netewî ye. 
  
Nûnerê ÎHD’ê yê Herêmê Abdulselam Înceoren jî bîlançoya 6 mehan a binpêkirina mafê mirovan eşkere kir. 
 
Li gorî bîlançoyê hat diyarkirin ku herî kêm 42 kes di binçavan de bi îşkenceyê û muameleya xerab re rûbirû mane û herî kêm 54 kes jî li derveyî cihên binçavkirinê yanî li kuçe û malan bi îşkenceyê û muameleya xerab re rûbirû mane. Di raporê de hat gotin 50 girtî li girtîgehan bi îşkence û muameleya xerab re rûbirû mane. 
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku di van 6 mehan de 21 kes jê zarok 992 kes hatine binçavkirin û ji wan 161 kes hatine girtin, derbarê kesekî de biryara hefsa malê hatiye dayîn û bi ser 739 mal û kargehan de hatiye girtin.