Li rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 7 jin hatine kuştin

  • 14:41 23 Tebax 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di nava mehekê de li Rojhilat 7 jin jî hatine kuştin. Komeleyê da zanîn ku 100 welatî û çalakvan jî ji aliyê rejîma Îranê ve hatine binçavkirin.
 
Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê derbarê binpêkirinên mafê mirovan yên ji aliyê rejîma Îranê a li rojhilatê Kurdistanê ve, raporek belavkir.
 
Li gorî raporê ji 23'yê tîrmeha 2021’an heya 23'yê tebaxê, li Kirmaşan, Sine û Urmiyeyê di encama êrişên hêzên Îran yên li ser Kolberan de, 2 kolberan jiyana xwe ji dest dane û 12 kolber jî birîndar bûne. Hate gotin ku 2 kolber jî di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest dane û kolberek jî biirîndar bûye.
 
Di dewam raporê de tê gotin; “Li girtîgehên Urmiye, Kirmaşan, kerec û Esfehan, 7 kurd hatine darvekirin. Ji yên hatine darvekirin yek jê zarokê bi navê Secad Sencerî (15) ye.”
 
Di raporê de behsa kuştinên jinan hat kirin û hat gotin, li Sine, Serdeşt, Merîwan û Seqiz 7 jin hatine kuştin. Jivê hejmarê 6 jin ji aliyê merê ku pêre zewicandî ve hatine kuştin.
 
Di dewamê de hate diyarkirin ku 2 karmendên paqijkirina mayînan jî li gundê Çem Hend ya ser bi parêzgeha Îlam, di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest dane.
 
Di dawiya raporê de behsa binpêkirina rejîma Îran ya hemberî welatî û çalakvanan de hatiye kirin û hatiye gotin; “Di vî demî de li Kirmaşan, Sine û Urmiye, 100 welatî û çalakvan ji aliyê Wezareta Îtalat û Îtalata Supayê Pasdaran ve hatine binçavkirin. Di aloziyên li bajarê Nexede ya Urmiyeyê de 2 welatiyên Kurd hatine kuştin û li Hewlêrê jî Musa Babaxanî hatiye kuştin.”