Malbata Şenyaşar: Bila êdî ev zilm bi dawî bibe

  • 13:22 23 Tebax 2021
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya Malbata Şenyaşar 168 roj in didome û malbatê di peyama xwe ya îro de wiha got: "Bila êdî ev zilm bi dawî bibe. Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin."
 
Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar 168 roj in li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Malbat vê sibehê dîsa hat pêş avahiya edliyê û dest bi “Nobeta Edaletê” kir. 
 
Ferît Şenyaşar destnîşan kir ku nobeta wan edaletê di roja 168’emîn de berdewam dike û wiha got: “Ji Edîrneyê heta Qersê her kesê xwedî wîjdan doza me ya mafdar dît û piştevaniya me kir. Li paytexta Tirkiyê Wezîrek Edaletê heye û her roj vê bêedaletiya li ber Edliyeya Rihayê dibîne, ne mimkin e ku nebîne. Her rojek ku em li vir in, ji bo edaleta Tirkiyê deqek reş e. Em dixwazin tavilê Wezîrê Dadê dawî li vê bêedaletiyê bîne. Em ê di rojên pêşiya me de biçin Enqereyê. Em ê dîsa biçin Wezareta Dadê. Bila êdî ev zilm bi dawî bibe. Dayika min bi ser 65 salî re, li şûna ku li malê bêhna xwe vede, lê di bin zilmê de li edaletê digire. Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin.”