Ji jinan peyama 'Li dijî şîdetê parastina cewherî'

  • 09:05 23 Tebax 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Seroka Komeleya Dema Jinan Dîlek Başalan diyar kir ku li dijî mekanîzmayên dewletê yên pêk nayên divê jin û hemû kes têbikoşin û got yekane bersiva rêbaza parastinê ya jinan parastina cewheriye.
 
Kuştinên jinan, şîdet û îstîsmar roj bi roj zêde dibin. Mêr bêceza tên hiştin û ji ber vê jî cesaretê digirin. AKP’ê di 13’yê nîsana 2020’an de pêvajoya pandemiyê veguhert derfetê û  qanûna înfazê anî rojevê û qanûn ji meclîsê hat derbaskirin. Bi qanûnê jî gumanbarên şîdetê hatin berdan. Li aliyê din jî jinên parastina cewherî bikaranîn hatin darizandin.
 
Peymana Stenbolê bi biryarnameya Serokomar di 20’ê Adarê de hat feshkirin û di meha Tîrmehê de fermî hat rakirin. Piştî bûyerên îstîsmar, tacîz û tecawizê zêdebûn. Li gorî bîlançoya meha tîrmehê ya ajansa me 27 jin hatine qetilkirin û 8 heb jî biguman jiyana xwe ji dest dane. Seroka Komeleya Dema Jinan Dîlek Başalan, derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî. 
 
Dîlekê da zanîn ku Peymana Stenbolê ne tenê mekanîzmayek ceza bûye û li dijî şîdeta li hember jinan guherîn armanc dikir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Peymanê, nêzîkatiya ku li saziyan perwerda derbarê wekheviya zayendî de bê dayîn armanc dikir, li navendên şopandin û pêşîgirtina şîdetê (ŞONÎM), stargehan wekheviya jin û mêr bê ragîhandin û wekheviya zayenda civakî wek kirde esas bê girtinê.
 
‘Divê jin dest ji serlêdanan bernedin’
 
Dîlekê bi lêv kir ku peyman ji meriyetê bê rakirin jî divê jinên ku rastî şîdet, taciz û tecawizê tên, dest ji serlêdanên ji bo merciyên edlî û stargehan bernedin û wiha dirêjî dayê: “Em dixwazin destkeftiyên me pêk bên. Em piştgiriyê ji wan naxwazin. Ev destkeftî yên me ne.”
 
‘Lingekê qirkirina jinê jî daraze’
 
Dîlekê her wiha daxuyakirin ku şîdet, tacîz, tecawiz û kuştinên jinan bi têgeha ‘qirkirina jinan’ dinirxînin û ev tişt bi lêv kir: “Ev polîtîka li her qada jiyana jinê bi bandore. Daraz bi mêjiyê mêr pêş dikeve û di serlêdanên şîdetê de jinan  lêpirsîn dikin. Jin rastî pirsên wekê ‘Hûn çûn ku, we çi li xwe kir, hezkiriyê te bû, hevjînê te bû’  tên."
 
‘Nizanin ku kê giliyê kê bikin’
 
Dîlekê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Jinên serlêdanê dikin, ji ber psîkolojiya tirsê û nikarin xwe vebêjin dubare rastî şîdetê tên. Ji ber vê jî neçar dimînin vegerin cihê ku lê rastî şîdetê tên. Ji ber nikarin xwe vebêjin. Nizanin ku kê giliyê kê bikin. Bixwebaweriya xwe winda dikin.”
 
‘Li dijî mekanîzmayên dewletê em hene’
 
Dîlekê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku piraniya civakê mekanîzmayên dewletê esas digirin û mekanîzmayên dewletê jinan wek nesne dibînin û di plana duyem de dinirxînin û got: “Ji ber pergal wisa didome kuştinên jinan jî didomin. Li dijî mekanîzmayên dewletê ger ku jin berxwe nedin, hişmendiya jinê li hişê mêr ferz nekin wê ev hiş wisa bidome. Ji ber ku li dijî mekanîzmayên dewletê niha tenê em jin hene. Ji bo edeleta rast berxwe didin.”
 
‘Yekane bersiv parastina cewheriye’
 
Dîlekê destnîşan kir ku yekane bersiva rêbaza parastinê mekanîzmaya parastina cewheriye û wiha dawî lê anî: “Divê piştevaniya jinê ya bi fikra ‘em dikarin çawa xwe biparêzin, mekanîzma parastina cewherî li ku ye, refleksek çawa dikare pêş bikeve’ xurt bikin. Ne tenê li Tirkiyê li her derê cîhanê edeleta mêr jinê mexdûr dike. Ji ber vê divê em bizanin ku divê em xwe biparêzin. Bi piştevanî û rêxistinbûnê tu jin tenê namîne. Li dijî mekanîzmayên dewletê niha em tenê, em jin hene û jin ji bo edeleta rast têdikoşin.”