Şêniyên Enqerê: Divê erkdar dev ji gotinên nîjadperestiyê berdin

  • 09:01 23 Tebax 2021
  • Rojane
 
Oznur Deger 
 
ENQERE - Şêniyên Enqerê, diyar kirin ku divê erkdarên dewletê gotinên xwe yên nîjadperestiyê biguherînin û gotin: "Dema mezinên dewletê wisa biaxifin dê civak jî wisa nêzî penaberan bibin. Divê em nifşê nû li dijî êrişên nîjadî perwerde bikin. Cîhan têrî her kesî dike. Divê her kes wekhev bijî.”
 
Gotinên nefretê yên desthilatdarî û siyasetmedaran rê li ber zêdebûna êrîşan vedike û bi taybet jî li hember kurdan êrîşên nîjadperest pêk tên. Welatiyên li Enqereyê derbarê êrişên nîjadî û rewşa penaberan de axivîn. 
 
Dîlek Bulucular diyar kir ku li dijî gotinên nîjadî divê qûnûn bên derxistin û an jî yên heyî bên guhertin û got: "Em dibînin ku di nav penaberan ên ku ji Efganîstanê hatine jin û zarok nîne. Ji ber ku gelek jin ji bo nekevin destê Talîbanê dawi li jiyana xwe anîn. Lê mêr jî hatine li vir. Ev tişt min geleki aciz dike."
 
'Nîjadperestî tê pêşxistin' 
 
Aynur Hatîpoglu bal kişad ser polîtîkayên ku derbarê penaberan de tê meşandin û wiha axivî: "Siyasetmedar li hemberî penaberan tiştekî nakin. Ez êrîşên nîjadî jî şaş dibînim. Tirk jî li welatên din dijîn. Divê newekhevî neyê kirin. Ger welat li gorî kapasîta xwe penaberan bigire wê hinek rehetî hebe. Nîjadperestî tê pêşxistin û divê ev tişt neyê kirin." 
 
‘Wezîrên bêin çi em wisa dikin...' 
 
Fatma Çamçioglu jî pirsa "Çima nîjadperestî tê kirin?" pirsî û wiha bi lêv kir: "Kesên ku ji şer direvin û tên welatên cuda bi cih dibin. Dibe ku em jî li şûna wan penaberan  bûna. Ya tê kirin nîjadperestiye û tiştekî şaş e. Divê neyê kirin. Ez ji Kastamonuyê hatim. Li wir jî heman tişt heye. Parlamenter û wezîrên me bêjîn çî em wisa dikin. Civak ji gotinên wan bi bandor dibin. Divê em derfet bidin penaberan jî.”
 
‘Divê her kes di şertên wekhev de bijîn’
 
Gunay Abbasli da zanîn ku medyaya dijîtal jî di êrişan de bi bandor bû û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Di êrişên nîjadî de medyaya dijîtal bi bandor bû. Kesên ku medyaya dijîtal temaşe dikin li hemberî penaberan pêşdaraz in. Penaberan cuda dibînin. Dema mezinên dewletê wisa biaxifin dê civak jî wisa nêz bibin. Ji ber vê yekê ez nêzîkatî û daxuyaniya erkdarên dewletê şermezar dikim. Divê em nifşê nû li dijî êrişên nîjadî perwerde bikin. Her kes mirove û cîhan têrî her kesî dike. Divê her kes wekhev bijî.”
 
‘Divê herkes bi wijdan be' 
 
Asli Tunç jî destnîşan kir ku êrîşên nîjadî gelek şaş in û tu kes bi rehetî ranazê û wiha pê de çû: “Penaber hem li welatên xwe hem li welatên din bi  heqeretan re rûbirû dimînin. Divê her kes bi wijdan be. Em wan komkujiyan tenê di televîzyonan de 5 saniyeyî dibînin. Divê em bi her awayî alîkariyê bidin penaberên mexdûr û pewîste hemû dewlet jî wisa nêzî penaberan bibin."
 
‘Zilm li kurdan tê kirin’
 
Welatiyek ku nexwest navê xwe bide balkişand ser êrîşên nîjadî yên li hember kurdan û got: "Kurd bi zilm û heqeretê re rûbirû dimîne. Ez jî kurd im ez êrîşan şermezar dikim. Em ne wekhevin. Ez hêvî dikim ku ev êrîş biqedin. Dixwazim polîtîkayên desthilatdariyê biguherin. Divê AKP'ê ji îqtîdarê bikeve û ji ber ku berpirsiyariya hemû tiştan AKP ye." 
 
‘Ji bo dengan wisa dikin' 
 
Buşranur Onal jî da zanîn ku êrişên nîjadî zêde bûye û berpirs jî serokwezîr û desthilatdarî ye û wiha bi lêv kir: "Desthilatdariya niha û serokwezir ji bo dengan bigire welatibûna penaberan qebûl dike."
 
Yasemîn Akillioglu Yeşîlkaya jî bi lêv kir ku êrîşa li hember penaberan bê rêzdariye û got ew li dijî vê ye û mijar wiha anî ziman: "Tirk jî li gelek bajaran dijîn û divê ew jî rêzdar bin û her kesî hembêz bikin.”