Çalakiya malbata Şenyaşar 167 roj in didome

  • 12:54 22 Tebax 2021
  • Rojane
 
RIHA - Malbata Şenyaşar 167 roj in têkoşîna xwe edaletê didomîne. Malbatê îro ev peyam da: "Helbet wê rojekê daraz ji bin kontrola we derkeve.” 
 
Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ku sê ferdên malbata xwe di êrişa AKP’iyan de winda kirin û ferdek wan girtî ye, 167 roj in li ber Edliyeya Rihayê “Nobeta Edaletê” digirin. Ji ber edliye girtî ye malbat li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê nobeta xwe didomîne.
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: “Di şeran de jî pêwîste dest nedin 4 hêmanan. Jin, zarok, nexweşxane û ambûlans. We li nexweşxaneyê dest neda jinê, lê we li ber çavê wî zarok û hevjînê wê qetil kir. We ambûlansa ku birîndaran vediguhezand pelixand. Helbet wê rojekê daraz ji bin kontrola we derkeve.”