Li Mêrsînê êrişa nîjadî: Bi kuştinê tehdît kir û serbest hat berdan

  • 11:44 22 Tebax 2021
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
MÊRSÎN - Şehrîban Çoban salek beriya niha ji girtîgehê derket, ji ber nêrîna wê ya siyasî ji hêla cîranê wê Murat K. ve bi êrişê re rûbirû ma û bi mirinê hat tehdîtkirin. Dayika Şehrîbanê Nafiye Çoban jî da zanîn ku mehek beriya niha ji hêla heman kesî ve bi keviran bi êrişê re rûbirû maye. Êrişkar piştî îfadeya wî hat girtin serbest hat berdan. 
 
Her roja ku derbas dibe êrişên nîjadî yên li hemberî kurdan zêde dibin. Siyaseta ku li hemberî kurdan rê li ber êrişên dijwar vedike. Di nav meheki de li Konya, Enkara, Çorum, Antalya, Duzce û gelek bajarên Tirkiyeyê kurd bi êrişên nîjadî re rûbirû man. Herî dawiyê jî êrişek li Mêrsînê pêk hat. Li taxa Hal a navçeya Akdenîza Mêrsînê her sê xwîşk Şehrîban, Derya û Eylem bi eslê xwe Bêdlîsî ne ji hêla cîranê xwe Murat K. ve bi êrişê re rûbirû man. Êriş duh êvarê saet 17.30'yan de pêk hat. Kesên ku bi êrişê re rûbirû man bi birinê hatin tehdîtkirin. 
 
Şehrîban Çoban bi hinceta "Endama rêxistinê ye" 5 salan li Girtîgeha Jinan a Şakranê ma û di 26'ê hezîrana 2020'a de hat tehliyekikirin. Şehrîban êrişa ku pêk hatî ji ajansa me re vegot.
 
Şehrîban diyar kir ev êrişa ku duh pêk hatî ne yekem e û got: "Nêzî salekî ye malbat bi êrişên bi vî rengî re rûbirû dimînin. Mehek beriya niha jî dayika min Nafiye bi êrişa Murat K. ve rûbirû ma. Murat bi kevir û daran êriş bir ser dayika min. Dema êriş bir ji digot 'Leşkerên min hene, polîsên min hene û dewleta min heye' Piştî êrişa ku pêk hatî dayika min nexweş ket û niha jî nehatiye ser hemdê xwe. Gelek tişt nayên birî. Piştî bûyerê min dayika xwe ji malê dûr xist. Her wiha ji bo nebe sedema şereke mezin a di nava malbatan de me derbarê êrişê de gilî nekir. Lê diyar bû ku ev tişt bidome.  "
 
'Her tim di nav hewldanên provakatîf de bû'
 
Şehrîban, da zanîn ku 40 sal in bi êrişkar re cîrantiyê dikin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji ber nêrînên siyasî têkiliya me nîne. Lê nêrîna me ji bo wî her tim bi pirsgirêk bû. Di demên dawiyê de êdî di nav hewldanên provakatîf de bû. Her tim ji me re digot 'Hûn terorist in û ez ê we bikujim. Li vir bicehmin biçin'. Lê me guh ne didayê. Piştî çend tiştan min xwest ez jê re biaxifim. Xwişkên min Derya û Eylem jî li cem min bû. Dema em diaxifin di nav hewldana êrişê de bû. Selîka li ber mala xwe û ziblên xwe davêt ber mala me. Ji bo êrişê her tim hincetek dixwest derxe. Herî dawiyê li ber malê li benda hatina me sekini û hêj em neaxifin heqaretê li me kir. Bi bêrikê êrişê li min kir. Min jî xwişkên xwe xist malê. Piştî demekî got 'çeka min heye' û çû malê çeka xwe bîne. Min jî vê demê telefon ji polîsan re vekir. Hevjîna wî derî li ser Murat girt. Çeka wî ya bi ruhsat hebû û birayê wî jî polîs bû. Polîs û polîsên sivîl jî hatin. Dema polîs hatin êrişkar dîsa hewlda ku bikeve nava malê û li ber çavê polîsan dixwest êrişê li me bike. Polîsan êrişkar bir qereqolê. Piştî îfadeya wî hat girtin Murat K. serbest hat berdan."
 
'Jiyana me ne di ewlehiyê de ne'
 
Şehrîban, bal kişand ser nêzikatiya êrişar û wiha bi lêv kir: "Bi taybetî di 6 mehên dawiyê de bêtir helwesteke wî ya êrişê hebû. Ji ber ku birayê wî polîse ez bawer nakim ku ceza bigire. Me dema li qereqolê îfade da me ji wan re got ewlehiya jiyana me nîne. Ligel me tirs û fikarên xwe got jî li qereqolê tiştek nehat kirin. Her wiha herî dawiyê jî malbata xwe şandin malê ku em dej jî îfadeyê bertin. Lê divê bê zanîn ku ez ê heta dawiyê li pêy vî mijarê bim. Ji ber sibê çi bibe ne diyar e. Jiyana me ne di ewlehiyê de ne. Li Konyayê jî heman bûyerek pêk hat lê heta niha kesek hesab ne pirsî ye. Nêzikatî û helwest nîjadî ye. Di gotinên xwe de vî tiştî zelalî nîşan dide. Baweriya êrişkar ji çeka wî tê."